Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan 2020-05-10 13:00:15   STENBOL – Meclisa Jinên Sosyalîst, têkildarî Roja Dayikan daxuyanî da û dayikên ku kêlên gorên zarokên wan tunene bi bîr xist û ev tişt got: “Di vê pergalê de rojeka me ya ku bê pîrozkirin tuneye.”    Meclisa Jinên Sosyalîst )SMK), têkildarî Roja Dayikan daxuyaniyeke nivîskî da. SMK’ê di daxuyaniya bal kişand ser watedayîna Roja Dayikê ya pergalê û ev tişt got: “Bi gotinên derew ên hezkirinê careke din rola jinê ya li gorî xwe bi bîr dixin. Bi vê yekê dixwazin ser pergala kapîtalîst a zilam ku di pêvajoya pandemiyê de wergeriyaye dojehê bigirin.” Di berdewama daxuyaniyê de SMK’ê destnîşan kir ku di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin û di vê pergalê de rojeke wan a bê pîrozkirin tuneye.