ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin 2020-05-10 13:54:35   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, xwest ku polisê li navçeya Nisêbînê bi çekê berî ser pişta zarokan daye bê cezakirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî polisê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hinceta ku qedexeya derketina derve bin pê kirine, bi çekê berî ser pişta zarokan daye û zarokekî derp kiriye, daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD’ê, diyar kir ku piştî ku dîmen li ser medya civakî hatiye parvekirin, polisê êrîşkar ji Aliyê Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ve ji peywirê hatiye dûrxistin û Miduriyeta Giştî ya Emniyetê bi daxuyaniya xwe tundiya polisan a li ser zarokan meşrû kiriye.    ÎHD’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê zarokên temenê wan di bin 12 salan de berpirsyariya wan tuneye, nayê cezakirin û xwest ku derabrê polisê êrîşkar de lêpirsîn bê destpêkirin û li gorî êrîşa xwe bi awayekî guncav bê cezakirin.