Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e 2020-05-10 13:55:09   STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest 4 sal û 8 meh cezayê ku li Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê hatiye birîn, bê xerakirin. Parêzerê Demîrtaş, Mahsuni Karaman, diyar ki rku mutalaya ku dozger daye dadgehê kêm e.    Di 7'ê Îlona 20187an de Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirne girtî ye û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sırri Sureyya Onder, li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hatibû. Heyetê der barê Demirtaş de 4 sal û 8 meh û der barê Onder de jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), pişte der barê selêdana Onder de biryara îhlalê dabû. Ji bo Demîrtaş jî cezayê wî li dadgeha Îstinafê hatiye erêkirin. Piştî pakêta înfazê rêya temyîzê hatibû vekirin.    Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest biryara ku 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîye bê xerakirin.  Ji bo parastina Demirtaş jî dem hat xwestin. Parêzerê Demîrtaş Mahsuni Karaman û Fırat Epozdemir jî  diyar kirin ku ev nivîs li ser navê Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji 16'emin Daîreyea Dadgeha Bilind re hatiye şandin û wiha got: "Ev mutalaa ye. Ne biryara Daîreyê ye. 16'emîn Daîreya Ceza ne girêdayî vê mutaalayê ye. Mutaala ku serdozger amade kiriye kêm e."