Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide? 2020-05-10 14:23:34   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, têkildarî êrîşên li dijî gor û goristanan pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne. Kaçmaz got "Kî fermana êrişa li dijî gor û goristanan dide?"    Di rojên dawî de êrîşên li dijî gorên zarokên kurdan zêde dibin. Herî dawi li navçeya Hezexê ya Şirnexê gorên endamên PKK'ê şikandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, têkildarî êrîşan pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne. Kaçmaz, anî ziman ku êrîşên eskeran ên li dijî gorên zarokên Kurdan li Wanê dest pê kir û Farqîn, Mûş, Gever, Çewlik û herî dawî li Gundê Hespist ê Hezexa Şirnexê berdewam kiriye û 6 garên endamên PKK'ê hatine xerakirin.    Kaçmaz ji bo Fuat Oktay bibersivîne evpirs pirsîn:      “ * Piştî li Wan, Farqîn, Mûşê gor hatin rûxandin, heri dawî li Gundê Hespistê yê Hezexa Şirnexê 6 gor ji aliyê eskeran ve hatin rûxandin. Agahiya we jê heye ku gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane tên xerakirin.    * Fermana xerakirina gorên li Wan, Farqîn, Mûş, Gever û herî dawi li Hezexê ji aliye kêve hatiye dayin?    * Kesên gorên zarokên Kurdan xera kirine kîne çi kes in? We heta niha kes tespît kiriye?    * Der barê kesên gor xera kirin û fermana xerakirinê dan de heta niha tu lêpirsîn hatiye vekirin. Dê bi sûcê zerardayîna goristanan de tu lêpirsîn bê vekirin?    * Ji bo dawî li van êrîşên li dijî goran bê tu detbîrê we hene. An jî hûnê tu debîran bistînin?    * Kêlên gorên hatine şikandin, ji ber navê kurdî li ser heye bi awayekî li dijî mirovahiye kêl hatine şikandin. Tu aliyê vê yekê yê mirovî, wîcdanî u hi-qûqi heye? Di dirokê de mînakek wisa heye? bi vê yekê çi armanc dikin?    * Zimanê Kurdî ku ji koka Aryenî tê û 5 hezar sal koka wi heye çima tîpek wî ew qas we bêzar dike?