Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin 2020-05-10 16:44:44   KOBANÊ - Gerînendetiya Avê ya Kobanê ragihand ku di hefteya pêş de ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan av li ser bajêr qut bikin.    Gerînendetiyê biryarnameyek derxist û tê de diyar kir ku av dê 4 rojan li ser bajêr were qutkirin da ku depoyên avê bê dezenfektekirin. Li gorî biryarnameyê, av dê ji roja yekşemê 17`ê Gulanê û heta roja Çarşemê 20`ê Gulanê were qutkirin. Di vê demê de dê depoyên avê yên li gundewarên rojavayê Kobanê werin paqijkirin.