Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an 2020-05-10 16:47:34   WAN – Li taxa Ortanca ya navçeya Rêya Armûşê ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an.    Li taxa Ortanca ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku di 5’ê mehê de kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan vîrûsa koronayê derket 84’an. Bi vê re hejmara waqeyên li bajar jî derket 371’an.