'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe' 2020-05-10 17:21:49   STENBOL - Karkerên li Nexweşxaneya  Sahra kar dikin, diyar kirin ku di bin rîskek mezin de dixebitin û rayedar gefa "Dengê xwe mekin, bila gel hişyar nebe" dixwin. Dîmenên hatin kişandin jî nîşan dide ku karker di bin rîskek mezin de kar dikin.     Serokê AKP’ê Tayip Erdogan di 6 Nisanêde diyar kir ku dê li dijî şewba vîrûsa corona li Stenbolê Nexweşxaneya Sahra ava bikin. Piştî daxuyaniya Erdogan hat plankirin ku di nava 45 rojan de nexweşxaneya Sahra bê temamkirin. Li Sancaktepe û Balafirgeha Ataturk ji aliyê Holdînga Ronesans Medikal ve înşaeta nexweşxaneyên Sahra dest pêkir û niha karker d nava rîskek mezin de kar dikin. Karkerên ku di şîrketê de kar dikin wêne û dîmenên ku şert û mercên xwe nîşan didin gihandin ajansa me. Di dîmen û wêneyên ku ji xwaringeha nexweşxaneyê hatiye kişandin nîşan dide ku karker di nava çi şert û mercên dijwar û talûke de kar dikin. Karkerê ku li Nexweşxaneya Balafirgeha Ataturk kar dike û nexwest navê xwe bide, anî ziman ku li dijî şewba vîrûsê tu derbîr nayên girtin. Karker anî ziman ku biotobusên taybet ew derxistin dervê bajar û wihagot: "Di înşaetê de nêzî 5 hezar karker dixebitin. Ji roja destpêkê heta niha tu tedbîr nayên girtin.    Karker da zanîn ku bi sedan karker bê rûpoş û bê detbîr kar dikin û di bin rîskekî mezin de dijîn. Karker anî ziman ku gelek karker bi şewbê ketin û şandin bajarê wan û hinek jî rakirin nexweşxaneyan. Karker diyar kir ku li Wargehên Xwendekaran ên Avcilar, Beylikduzû Şişlî dimînin û wiha got: "Her li odeyekê 5- 6 karker dimînin. Em li dijî şewbê bê parastin in. Karkerên ku şika vîrûsa Covid-19  li wan peyda dibe, dibin cihekî ku em nizanin li wir dixin qerantînayê.    karker da zanîn ku ew agahiyê ji hevalên xwe yên xistine qerantînayê agahî nagirin. Karkeran destnîşan kirin ku wan bi zorê didin xebitandin û dixwazin bê navber kar bikin. Karkeran destnîşan kirin ku bi gotina “Dengê xwe nekin bila gel hişyar nebe" wan hişyar dikin.    MA / Naci Kaya - Mehmet Aslan