Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an 2020-05-10 19:56:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de 47 kesên din jî ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha mirin gehişt 3 hezar û 786’an û hezar û 542 kes jî bi vîrûsê ketin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. Li gorî daneyên Koca, di nava 24 saetên dawî de, li Tirkiyeyê 47 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Li gorî tabloya grafik a Wezîr Koca parve kir, bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 786’an, hezar û 542 kes jî bi vîrûsê ketin.