Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe 2020-05-11 09:14:30   STENBOL- Ji parêzerên Ocalan ên berê Dogan Erbaş, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtina telefonê de dabûn nirxand û got: “Hêzên demokratîk ên di nava HDP’ê de cih digirin, li gorî asta tê xwestin ‘têkoşînek hevpar’ bi rêve nabin û divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê piştî 21 salan bi malbata xwe re bi telefonê hevdîtin kir û di hevdîtina kir de peyamên girîng ji bo geşedanên li Herêma Kurdistan a Federe ya Iraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên jiyîn û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dan.    Parêzer Dogan Erbaş ku salên dirêj parêzertiya Ocalan kir, peyam û bangên Ocalan di hevdîtina telefonê de dan nirxandin.       ‘TENÊ TECRÎD GOTIN KÊME’   Prz. Erbaş, diyar kir ku Ocalan bi komployeke navdewletî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û wiha axivî: “Ji roja ku Ocalan hat teslîmkirin û vir ve kirin bin tecrîdek mezin de. Ji bo vê rewşa ku bi salane dewam dike tenê ‘tecrîd’ gotin pir kême. Îmralî girtîgeheke li giravêye. Mînakên vê di dîrokê de hene. Ya ku herî zêde tê zanîn Gireva Elba ya ku Napolyon lê hat girtine. Ji xwe bi tena serê xwe di girtîgehek giravê de mayîn, tecrîd û tenêtiyê îfade dike. Ji bo dewamkirina tecrîda li ser Ocalan bandora CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û Yekitiya Ewropayê (YE) pir zêdeye. Di encama darizandinek qaşo de, derbarê Ocalan de, cezayê darvekirinê hat dayîn. Qaşo ev hat rakirin. Lê di encamê de polîtîkayek rizandinê bi rêve dibin. Ji ber ku nekarîn bi awayekê fîzîkî Ocalan tune bikin, xwestin bi manewî tune bikin. Ligel ku desthilatdarî hat guhertin jî, ev hedef nehat guhertin û her tim nû kirin. Lê ligel vê jî bi ser neketin.”    DESHILATDAR Û HELWESTÊN WAN    Erbaş, da zanîn ku desthilatdariyên heyîn bi awayekê taktîkî nêzî bang û hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê bûn û wiha got: “Ev rewşek ji derveyî exlaqêye. Ocalan her tim bi pêşniyarên xwe, xwest ku li gorî dîroka vê erdnîgariyê, çareseriyan pêş bixe û pêvajoyên şer bi dawî bike. Bi taybetî jî di ‘Mûtebaqeta Dolmabahçe’ de pêşniyarên çareseriyê ji bo Tirkiyeyê pêşkêş kirin. Lê ligel vê jî, hemû desthilatdariyan dij exlaqî tevgeriyan. Ev rewş hîna jî dewam dike.”    JIYANA OCALAN DIBIN RÎSKÊ DEYE    Erbaş, anî ziman ku hevdîtina telefonê ya bi Ocalan re tenê xwestin fikarên civak û malbatê derbas bikin û wiha bilêv kir: “Pirsgirêkên tenduristiya Ocalan ên kronîk û cidî hene. Temenê wî jî pir mezin bûye. Dema ku em van hemû rewşan li ber çavan digirin, jiyana Ocalan dibin rîskek mezin deye. Ji ber vê demildest divê şandeyek serbixwe biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bike. Ocalan dibe ku di hevdîtina telefonê de gotibe rewşa tenduristiya wî başe. Lê di demê pêş de wê çi bibe ne diyare. Birêz Ocalan tu carî gotinên xwe vale nabêje. Di her gotinek wî de teqez wateyek heye. Ji ber vê divê em rastiya talûkeya vîrûsa koronayê baş bibînin.”       ‘DIVÊ HER KES REXNEDAYÎNA XWE BIDE’   Erbaş, dest nîşan kir di serî de HDP hemû hêzên demokratîk, ji bo aştiya civakî daxwazên mezin pêş naxin û ferzî desthilatdariyê nakin. Erbaş, da xuya kirin ku divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibin û wiha pêde çû: “Li gorî Ocalan hêzên demokratîk ne  di rewşek guncaw dene. Li ser vê erdnîgariyê, trajediyên mezin ên ku mînakên wan nehatine dîtin tên jiyîn. Hemû pêşketinên heyîn, şahidên zindî yên rewşa heyîne. Ligel hemû hewldanên Ocalan jî, tenê hiştina heyî trajediye kûrtir dike. Ji ber vê divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe.”   HDP Û ROLA WÊ    Erbaş, bal kişan ser polîtîkayên şer ên desthilatdarî ligel şewbê jî dewam dike û wiha domand: “Ligel êrîşên desthilatdariyê yên heyî, muxalefet jî dem bi dem bi gotin, pêkanîn û polîtîkayên xwe hêzê dide desthilatdariyê. Di vir de rol û mîsyona HDP’ê bi krîtîke. HDP ji bo hêviyên gelan û pêşeroja Tirkiyeyê, li cihek baş disekine. Lê weke ku Birêz Ocalan jî gotî, em nikarin bêjin xwe berfireh û mezin kiriye. Bêguman di vê rêyê de hewldanên pir mezin nîşan da. Lê ligel hemû şert û mercên guncaw jî nekarî serkeftinek baş bidest bixe. Yanî di program, pîvan, gotin û ramanê de tu pirsgirêk tuneye. Lê ev xistina pratîkê bi pirsgirêke.”    MA / Ferhat Çelik