'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’ 2020-05-11 09:15:57 HATAY - Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Hatayê Kerem Nalbant, banga mezinkirina Kampanya Malbatê  ya Xwişk û Bira kir û got: “Bindest wê bi piştevanî û parvekirinê, cîhanê xweş bikin.”   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Hatayê Ekrem Nalbant, derbarê rewşa “Kampanyeya Malbatê ya Xwişk û Bira” ya di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba vîrûsa korona  (Kovîd-19) li bajêr bi rêve birin de axivî. Nalbant, diyar kir ku di pêvajoya mehek a kampanyayê de, nêzî hezar malbat tespît kirin û got: “Me heye niha bi 700 malbatan re piştevanî pêk anî. Hem li ser medya civakî û hem jî li bajêr û navçeyan ji bo kampanyayê me Lijneyên Koordînasyona Piştevaniya Malbatên Xwişk û Bira avakirin. Van lijneyan malbatên pêdiviyên wan heyîn tespît kirin. Divê pêvajoyê de divê em piştevaniyê mezin bikin. Em bang li hemû beşan din ku vê piştevaniyê mezin bikin.”   BANDOREK ERÊNÎ   Nalbant, dest nîşan kir ku wan alîkariya xurekê dan malbatên pêdiviyên wan heyîn û wiha bilêv kir: “Me bi vê alîkariyê malbatên xwişk û bira anîn gel heve. Li tevahiya Hatayê, heya roja îro jî me alîkariya xurekê da 700 malbatan. Hatay bajarek kozmopolîtîke. Ji ber vê hemû çand di nav hev dene. Ev jî dibe sedem ku bandorek erênî bê kirin. Di vê pêvajoyê de krîz kûrtir bû. Ev jî bû sedem bêhtir pêdiviya me bi hev hebe. Divê em ji bîr nekin ku bindest wê bi piştevanî û parvekirinê cîhanê xweşik bikin.”