'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye' 2020-05-11 09:16:31 ŞIRNEX - Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê bertek nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan dan û gotin: "Ev êrîşên hovane û barbarî ne. Êrîşên li dijî goristanan konsepta Navendî ya Enqereyê ye. Divê tu kes li dijî van êrîşan bêdeng nemînin."   Di rojên dawî de eskeran li Wan, Farqîn, Mûş, Gever û herî dawî li Hezexê êrîşî gorên endamên PKK'ê kirin. Herî dawî esker bi maşîneyên zirxî çûn Gundê Hespistê û 6 gorên endamên PKK'ê xira kirin û hilweşandin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê bertek nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan dan û diyar kirin ku ev êrîş hovane ne û nayê qebûlkirin.    OZGUNEŞ: EV ÊRÎŞ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE   Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, diyar kir ku ev êrîş li dijî mirovahî û nirxên mirovahiyê ye û wiha got: "Pêkanînên AKP’ê pêkanînên faşizmê ne. Her roj derdikevin pêşberî gel û xwe wekî olperest nîşan didin. Lê tu eleqeya wan û ol bi hev ve tune ye. Ji ber ku li aliyê din êrîşî goran dikin. Em ne li hêviya ku AKP oldar be ne. Em vê yekê wekî hovîtî pênase dikin. Di vê pêvajoya ku Vîrûsa Corona gel di hundir de ye, AKP  vê yekê ji bo xwe dike wekî firsend. Em, gelê me û rêxistinên demokratîk em ê li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Emê her dem van êrîşên li dijî mirovahiyê teşhîr bikin."     ÎMÎR: GOR RÛMETA ME NE   Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr jî anî ziman ku ev pêkanîn ji sepanên salên 1990’î hîn girantirin û wiha got: "Em dibînin ku di nava dewletê de hêzek din heye. Di vê pêvajoya ku hemû dewletên cîhanê piştgiriyê didin hev de, îqtîdara AKP'ê êrîş dike. Di vê pêvajoya vîrûsa corona de Îqtîdara AKP'ê tu gav ji zilm û faşizma xwe paşve ne avêtiye. AKP vê pêvajoya şewbê ji bo xwe dike firsend û êrîş dike. Rûyê xwe yê hov û barbar derdixe holê. Hebûna xwe li ser nirxên gelê Kurd didomîne. Îqtîdarê îro li dijî kêlên gorên me dest bi şer kirine. Heta niha Kurd çawa di şer de têk neçûn, dê di şerê li dijî gor û goristanan de jî têk neçin.Tu hêz nikarin van nirxên me tune bikin û ji hişê me paqij bikin. Em ê heta dawî li dijî vê siyaseta wan û feraseta wan a qirêj têbikoşin. Bi hezaran mirovên me li ser vê axê ji bo aştî, azadî û rumetê canê xwe da. Em van êrîşan bi hêrs û nifrînek mezin şermezar dikin. Ev hovîtî ye. Em ji hemû malbat û gelê Kurd dixwazin ku hestiyarî tev bigerin û li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Divê em hemû li dijî van êrîşan bibin yek. Ev gor rûmeta gelê Kurd in. Em vê rûmeta xwe naxin bin piyan."    KAÇMAZ: HÛN NIKARIN VÎNA KURDAN BIŞKÎNIN    Parlamenterê HDP'ê Huseyin Kaçmaz jî anî ziman ku di van êrîşan de hişmendiya ku hêza xwe ji navenda Enqereyê digire heye û wiha got: "Navenda Konsepta van êrîşan Enqere ye. Ev êrîş nifîra li dijî Kurdê ku serî natewîne ye. Ev barbarî ye. Hişmendiya ku di sala 2015'an de  bajarên kurdan talan û wêran kirin, niha êrîşî goran dikin. Hinceta van êrîşan ne ‘ewlehî' ye. Sedema van êrîşan hiş û dîroka Kurdan tune bike ye. Armanc ne tenê tunekirina fîzîkî  ye. Di heman demê de dixwazin Kurdan bê hiş  bihêlin û vîna kurdan bişkînin."    Kaçmaz, êrîş şiband trajediya Antîgone ya Sophokles û wiha got: “2 Hezar û 500 sal berê li Yûnana Antîk trajediyek bi vî rengî pêk hat. Ev çîroka barbarî û hovîtîyê ye. AKP û îtîfaqa wê ku hebûna Kurdan tehamul nake, êrîşî hiş û koka Kurdan dike. Êrîşî nirxên gelê Kurd ê manewî dike. Em ê her dem li dijî van êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin."