Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin 2020-05-11 09:17:20 MÊRDÎN - Rapora ÇED a projeya RES a navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê digire nava xwe, hat qebûlkirin. 50 tûrbînên bayê yên di çarçoveya projeyê de bên avakirin, gefan li Keleha dîrokî Rabat a ji serdema Roma ve maye û Şelaleya GAP a dîrokî dixin.     Yek ji projeyên RES ên ku li qadên dîrokî û li ser rêyên koça çivîkan li cihên cuda yên Tirkiyeyê tên avakirin, tê xistin ku li qadek berfireh a dikeve sînorê navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoser ên Mêrdînê bê avakirin. Şîrketa Anonîm a Ceyranê Dîcleres, dixwaze li herêmê bi navê “Projeya Santrala Enerjî ya Bayê ya Dîcleres” 50 tûbînên bayê yên Santralên Enerjiya Bayê (RES) ava bike. Wezareta Bajarvanî û Derdorê di rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) a ji bo projeyê hatibû amadekirin de, biryara “Erênî ÇED” da. Di çarçoveya projeya hat amadekirin de, li Dêrikê 37, li Şemrexê 9 û li Qoserê jî 4 bi giştî wê 50 tûrbînên bayê bên avakirin.    DARISTAN Û MÊRG DÊ BI BANDOR BIBIN    Çawan ku ev tûrbînên bayê bên avakirin, wê erdên çandiniyê, daristan û qadên mêrg bi bandor bibin. Hat diyar kirin ku ji bo terxana daristin û mêrgan, wê serî li komîsyonên têkildar bên dayîn.      GEL DI CIVÎNÊ DE TUNE BÛ      Hat dest nîşan kirin ku dema rapora ÇED’ê ya projeyê hat amadekirin, bi tu awayî nêrîna gel nehat girtin û ji bo gel tenê Civîna Agahdarkirina Gel hatiye lidarxistin. Civîn di 24’ê Kanûna 2018’an de li Taxa Kale ya Dêrikê hat lidarxistin. Midûrê Bajarvanî û Derdorê yê Mêrdînê Mesût Agrakçe beşdarî vê civînê bû. Balkêşe ku tenê Agrakçe, cerdevaneke emekdar, rêvebereke AKP’ê yê berê, 5 karmend bi giştî 15 kes tevlî vê civînê dibin. Lê gelê Derikê bi tu awayî beşdarî civînê nehatin kirin.