Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin! 2020-05-11 09:18:19 STENBOL – Kesên ji baweriyên cuda, bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan û gotin: “Êrîşên li dijî goristanan faşizme. Di tu baweriyan de êrîşên wiha tuneye. Dest ji pîroziyên mirovan berdin.” Li bajarên herêmê, êrîşên leşker û polîsan ên li dijî cenaze û gorên kesên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dane dewam dikin. Êrîşên li dijî goran ên di salên derbasbûyî de, di 19’ê Kanûna 2017’an de gihişt asteke cuda. Di dîroka mijara gotinê deye, piştî Goristana Xerzanê ya li çoltera gundê Oleka Jorin a Bedlîsê bi erebeyên kar hat hilweşandin, hestiyên 282 kesên di dîrokên cuda de lê hatibûn definkirin ji gorên wan hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Ji van cenazeyan heya roja îro tenê 21 jê teslîmî malbata wan hatin kirin. Malbatên ku cenazeyên xwe defin kirin, rastî gelek zor û zehmetiyan hatin.   BI KARGOYÊ CENAZE ŞANDIN    Cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î yê di 23’yê Gulan 2017’an de jiyana xwe ji dest da bû, di 10’ê Nîsanê de bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Li gel vê yekê, leşkeran li gelek bajaran li malbatan geriyan û ferz li wan kirin ku nivîsên kurdî yên li ser kêlên zarokên xwe jê bibin û kêlên wan bişkînin. Di demên dawî de, goristina li Gundê Orman a navçeya Gever a Colemêrgê, ji sala 2016’an ve 7 care tê hilweşandin. Di heman demê de, di nava mehekê de, goristanên li Wan, Mûş û Farqînê jî hatin rûxandin.    CENAZEYÊ ZULKUF GEZEN REVANDIN    Cenazeyê Zulkuf Gezen ê di 16’ê Adara 2019’an de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 Tekirdagê piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan belav bû dawî li jiyana xwe anî, hatibû revandin û definkirin.   Dîsa di dema definkirina cenazeyên Medya Çinar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay ên di dema çalakiya greva birçîbûnê de, li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn de zorî ji bo malbatan hatibû derxistin û destûr nehatibû dayîn ku malbat şîna xwe danin.    CENAZEYÊ GOKÇEK JÎ REVANDIN    Li aliyê din, ji bo merasîma cenazeyê endama Grûp Yorum Helîn Bolek a di roja 288’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû jî destûr nehatibû dayîn, polîsan mudaxileyî girseyê kiribû û gelek kes binçav kiribûn. Tenê destûr hatibû dayîn ku endamên malbatê tevlî definkirina cenaze bibin. Di heman demê de definkirina cenazeyê Mustafa Koçak ê ji bo “darizandinek adîlane” ketibû greva birçîbûnê û di roja 297’an de jiyana xwe ji dest da bû jî, rastî gelek pirsgirêkan hatibû. Dîsa ji bo merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di roja 323’yemîn a rojiya mirinê de navber da rojiya xwe û du roj şûnde jiyana xwe ji dest da bû jî, destûr nehatibû dayîn. Polîsan mudaxileyî girseyê kiribû û bi dehan kes binçav kiribûn. Polîsan di heman demê de deriyê morga Malacemê ya Gazî bi balyozan şikandibûn û cenazeyê Gokçek revandibûn.   6 GORÊN DIN RÛXANDIN    Herî dawî li gundê Hespîst ê navçeya Hexez a Şirnexê, 6 gorên endamên PKK’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn parçe parçe kiribûn. Leşkerên di 4’ê Nîsanê de, bi maşîneyên zirxî diçin gund, kêlên goran bi balyozan parçe parçe dikin.   KOMÎSYONA GELAN Û BAWERIYAN A HDK: REWŞA GEWDEBÛNA FAŞÎZMÊ YE    Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Edîp Aslan, diyar kir ku di nava pêvajoyên dîrokî de, li dijî pîroziyên mirovan gelek êrîş pêk tên û wiha axivî: “Ji ber vê gelek gorên Suryaniyan hatin rûxandin. Îro jî ev êrîş bi awayek cuda hatine mezin kirin. Di bingeha van êrîşan de tenê yek armanc heye. Kesên ol veguherandine siyasî van êrîşan dikin. Li bajarên herêmê êrîşên bi zêde li dijî ceza û goran hene. Ev rewş gewdebûna faşîzmê nîşan dide.”   KÎD: EM LI HEMBER PÊKANÎNÊN DIJ MIROVAHÎ BIBIN DENG   Endama Kongeya Îslama Demokratîk (KÎD) Medîne Gok jî, anî ziman ku tu mafê tu kesî tuneye ku zilmê bike û bi awayekê dijminatî tevbigere. Gok, bal kişand ser rûxandina goran û wiha axivî: “Di hemû baweriyan de gor û goristan pîrozin. Lê îro bi awayekê bêmaf û bêhiqûq êrîşê goran dikin û dihilweşînin. Ev pêkanînek dij miroviye. Kesên xwedî bi wijdan divê vê yekê qebûl nekin û îtîraz bikin. Ev berpirsiyartiyek hem exlaqî û hem jî olî ye. Kesên zilmê bikin, wê dawiya wan pir xirab be.”   DÎAYDER: DIVÊ DIYANET DAXUYANÎ BIDE    Serokê Komeleya Alimên Ol (DIAYDER) a Stenbolê Ekrem Baran jî, dest nîşan kir ku di hemû baweriyan de goristan pîrozin û wiha axivî: “Dema ku mirov jiyana xwe ji dest didin, ol, reng û nîjada wî/wê çi dibe bila bibe, bê gunehe.  Ji ber vê êrîşa li dijî goran di heman demê de êrîşa li dijî mirovahiyê ye û nirxên mirovahiyê ye. Bi taybetî di meha Remezanê de êrîş pir zêde bûn. Bi vê wijdana civakê ya birîn kiribûn, ew birîn hîn kûrtir kirin. Ev êrîş zirarê didin bi hevre jiyankirina kurd û tirkan. Divê diyanet derbarê van êrîşan de daxuyanî bide û ji bo rawestandina êrîşan gav bên avêtin.”   DAD: SÎNORÊ TEHEMILAN DERBAS KIRIN   Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Saîme Topçû jî, bal kişand ser revandina cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û êrîşa li dijî Malacemê ya Gazî û wiha got: “Polîsan bi balyozan deriyê  îbadetxaneyê şikandin. Cenaze ji morgê revandin. Kesên xwestin beşdarî merasîma cenaze bibin derp kirin û kirin binçavan. Gelo di kîjan wijdanî û di kîjan olî de ev tê qebûlkirin? Gelo di kîjan exlaqî de ev zilm heye? Em bêrêziya li hemberî mirîyên me û gorên me red dikin. Êrîşa li dijî îbadetxaneya me sînorê edeb, rêz û tehemilan derbas kirin. Ev guneh di stûyê desthilatdariya AKP û MHP’ê deye. Destên xwe ji ser baweriyên me û pîroziyên me bikêşin.”   MA / Nacî Kaya