Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be 2020-05-11 09:19:09 ÊLIH- Dayika Şerzan Kurt ê polîsan kuşt Necla Kurt, diyar kir her ku meha Gulanê tê, birîna wê cardin xwîn dibe û got: “Min zen kir ku piştî kuştina kurê min êdî ciwan nayin kuştin. Min got qey kurê min ê dawî be. Lê ji wê rojê û vir ve kuştina zarokan dewam dike.” 10 sal bi ser kuştina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt (20) ê di 11'ê Gulana 2010'an de li Zanîngeha Mûglayê, ji aliyê polisê bi navê Gultekîn Şahîn ve hat kuştin re derbas bûn. 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li polîsê bersûc hatibûn birîn, ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Dayika Şerzan Kurt Necla Kurt a Roja Dayikan her salê rojek piştî kuştina kurê xwe pêşwazî dike, got “Min roja dayikan hevdîtina herî dawî bi kurê xwe re kir.” Dayik Kurt, bal kişand ser berî kuştina kurê xwe û wiha axivî: “Kurê min roja dayikan di saetên serê sibê de li min geriya û em bi hevre axivîn. Di 11’ê Gulanê de gule lê reşandin. Di 19’ê Gulanê de jî, jiyana xwe ji dest da û me wî di 24’ê Gulanê de sipart axê. Heya ku em bibin ax jî, wê êşa wî bi dawî nebe. Ez dîmenên wî temaşe dikim. Dikeve gûvendê. Pirsgirêkên xwe bi rehetî ne di anîn ziman. Bi hemû mirovan re sohbet dikir. Hîna nû bibû 20 salî. Wî ji cîhanê qût kirin. Min û wî sohbetên kûr dikirin. Her ku meha Gulanê tê, ew birîn dîsa xwîn dibe.”   'MIN ZEN KIR KU KURÊ MIN Ê YÊ DAWÎ BE'   Kurt, da zanîn ku piştî kuştina kurê wê raya giştî xwedî lê derketin û wiha got: “Min zen kir ku piştî kuştina kurê min dê êdî ciwan neyên kuştin. Lê ji wê rojê û vir ve kuştina zarokan dewam dike. Min li ser gora kurê xwe bang kir ku zarokên bên dinê navê wan bikin Şerzan. Gelek kesan ji ber vê banga min navê zarokên xwe kirin Şerzan. Ez ji vê pir bandor bûm. Ev hêviyeke. Hêviya jiyan û dana jiyane. Ger em bimirin jî êdî em dizanin gelek birayên wî hene. Şerzan navekê ji rêzê nîne. Ev gel dê wî bide jiyîn. Ne tenê Şerzan divê em hemû zarokên ji bo vî gelî têkoşiyane ji bîr nekin.”    GER EDALET PÊK BIHATA CIWAN NE DIHATIN KUŞTIN    Kurt, anî ziman ku ev 10 salin tekoşîna edaletê didin û wiha bilêv kir: “Edalet pêk nehat. Hîna jî ciwan tên kuştin. Hîna berî heftiyekê ciwanê 17 salî ji bo cezayê pere lê neyê birîn, ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Ji bo ku zarokek direve tê gulebaran kirin. Ger di doza Şerzan de edalet bihata bi cih anîn, wê îro li Edenê zarokê 17 salî nehatiba kuştin. Heya ku edalet neyê bi pêkanîn wê bêcezatî jî dewam bike. Reng û zimanê êşê tuneye. Êşa kurdan, tirkan, ereban û ermeniyan ji hev ne cudaye. Hemû êş dişibin hev.”   DIVÊ ZAROKÊN GEL NEYÊN JI BÎR KIRIN    Bavê Şerzan Omer Kurt jî, diyar kir ku ew kurê xwe bi kena wî bibîr tîne û wiha got: “Divê kurê min neyê ji bîr kirin. Sedema heskirina gel a ji kurê min re têkoşîna wî bû. Ev gel ne tenê Şerzan divê hemû zarokên têkoşîn dane ji bîr nekin. Em têkoşîna wan û bîranên wan her tim bidin jiyîn. Bi salan me tekoşîna edaletê da. Ji bo ku zarokên din neyên kuştin. Ger di doza Şerzan de edalet bihata bi cih anîn, îro li bajarên kurdan zarokên wan nedihatin kuştin.”    MA / Metîn Yoksu