Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye 2020-05-11 09:19:37 AMED - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, derbarê hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re kir  de diyar kir ku hevdîtina telefonê ya li dozgeriyê hat kirin dijhiqûqî ye û wiha got: "Mafê Ocalan ê telefonê 21 salin tê astengkirin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê piştî 21 salan yekemîn car hevdîtina telefonê bi malbata xwe re kir. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 27’ê Nîsanê gazî birayê Ocalan Mehmet Ocalan kir û li dozgeriyê bi telefonê hevdîtin kirin.    Hevberdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan kir de wiha got: “Hevdîtina telefona ku li dozgeriyê pêk hatî rewşeke ku asayî di rewşeke awarte de pêkanîne.”   ‘MAFÊ OCALAN Ê TELEFONÊ 21 SALIN TÊ ASTENGKIRIN   Başaran, diyar kir ku hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat kirin û hevdîtinên carna tên kirin bi awayekî hiqûqî nameşe û wiha axivî: “Sûcê girtî û hikumxwaran çi bibe bila bibe mafê wan ê bi malbat û parêzerên xwe re bi telefon û rûbirû hevdîtinê bikin heye. Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê li dijî hiqûqê ye. Diviya bû li teleona malbatê geriya bûya. 21 salin mafê Ocalan ê telefonê tê astengkirin. Ev nêzîkatiya desthilatdariyê ya nêzîkatiya pirsgirêka kurd û Birêz Ocalan e. Eleqedarê tecrîd û meşandina tecrîdê ye.”    ‘DIVÊ OCALAN HER HEFTE 20 DEQÎQEYAN BI TELEFONÊ BI MALBATÊ RE BI AXIVE'    Başaran, da zanîn ku ji ber şewba vîrûsa coronayê divê Ocalan jî weke girtiyên din di heftê de 20 deqîqeyan mafê xwe yê hevdîtina telefonê bikar bîne û wiha berdewam kir: “Hevdîtina telefonê divê ne di bin çavderiya dozgeriyê de bûya, mafên jiyana kesî girtibûna berçav û wisa pêk anîbûna. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya Girtîgeha Îmraliyê ji hev cuda ye nêzîkatiya wan li gor pêvajoyê tê guhertin. Tecrîda girankirî didome. 21 sal in tecrît bi rêbazên cuda didome. Dema li Tirkiyê pêvajoya muzakereyan dihat meşandin heyetên siyasetmedar hevdîtin pêk anîn. Lê dema em li pêvajoyê hemûyê dinêre tecrîdeke girankirî heye. Hevdîtina dawî ji ber me agahî jê girt em kêfxweş bûn. Lê têr nake. Divê ji bo pêvajoya pêşiya me de bi mekanizmayeke ku hiqûq were sepandin berdewam bike."    ‘OCALAN Û GIRTIYÊN DIN DI BIN RÎSKEKE MEZIN DE NE’   Başaran, anî ziman ku ji ber şertên avhewayê Ocalan û girtiyên din di bin rîskeke mezin de ne û wiha lê zêde kir: “Ji ber Îmrali girtîgeheke giravê ye û temenê Ocalan mezin e, di koma rîskê de ye. Berê jî nexweşiyên wî hebûn. Jiyana girtîgehê ya 21 salan metabolizmaya mirovan zerar dibîne. Bi awayekî tenduristî xwe xwedînekirin, sûdê ji ronahiya rojê têra xwe negirtin di laşê mirov de dibe sebebê xesaran. Bi van re tedbîrên coronayê baş negirtinê bi mirinê re rûbirû dihêlin. Tirkiyê qanûna darvekirinê bi rêkên qanûnî rakir û anî rewşa sepanên fîîlî. Ev nêzîkatiye bi xeter e.”   ‘TECRÎD BILA BI DAWÎ BIBE’   Başaran, dest nîşan kir ku desthilatdarî li dijî şewba vîrusa coronayê ji bo rewşeke neyînî neyê jiyîn divê tedbirên pêwîst werin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku Ocalan ji bo pirsgirêka kurd aktorê sereke ye tenduristî û ewlehiya wî ji bo civaka kurd gelek girîng e. Li gor min ji bo gelên Tirkiyeyê jî girîng e. Divê desthilatdarî di ferqa vê de be. Pirsgirêkên ku derkevin holê ji bo Tirkiyeyê tê wateya aşitiya ku belkû sedsalan berdewam bike dînamît bikin. Divê desthilatdarî ji vê nêzîkatiya xetere dev jê berde.” Başaran, xwest ku tecrîda girankirî ya tê sepandin bi dawî bibe û heyeteke serbixwe ya tenduristiyê biçe Îmraliyê û kontrolên rûtîn bike. Ev yek gelek girîng e.   BANG LI CPT Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ   Başaran, bal kişand ser rola CPT û got: "Girtiyên li Îmraliyê ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêkekê bijîn berpirsyarê yekemin Komîteya Peşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê ye. Saziyên navnetewî bi demkî hinek gavan diavêjin lê ev konjokturel e. CPT berpirsyara yekemîne lê hemû cîhan ji vê mijarê berpirsyarin ji ber ku di holê de sûcê mirovahiyê heye. Tirkiyeyê gelek peymanên navneteweyî îmze kirine ji ber wê dewletên cîhanê jî berpirsyartiyek hevpar heye.” Başaran, bang li CPT û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û got: “Tenê şermezarkirina tecrîdê têr nake. Gavan bavêjin. Li dijî siyaseta Tirkiye tedbîran bidin.”    ‘HINEK HÊZ JI DÎROKÊ DERS NAGIRIN’   Başaran, diyar kir ku Ocalan di telefonê de qala girîngiya yekitiya kurd kir û wiha lêzêde kir: “Ocalan bi pêyamên dayî dîsa rola çareseriyê da ser xwe. Bi taybetî protokola 1982’yê bibîrxist.  Li ser yekitiya neteweyî ya kurdan rawestiya. Anî ziman ku bi şerê navxweyî kes qezenç nake. Em hemû bûn şahidê vê yekê. Piştî dagirkirina Rojava arastebûna Başûr nîşanda ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî dixwazin vê sedsalê jî kurd bê destkeftî û bê statû bimînin. Armanceke wan a din jî kurdan bi êkûdû bidin şikênandin. Hinek hêz ji buyerên di dîrokê de qewimî ders nagirin û tevdigerin. Ji ber wê yekê divê hemû hêz li dîroka nêzîk binêrin. Bi taybetî jî hêzên Başûr ên ji bo destkeftiyên demkî destkeftiyên sedsala berhewa dikin divê dîrokê di nêzîk de bişopînin.”   ‘JIN DÊ PÊŞENGTIYÊ LI YEKITIYA NETEWEYÎ BIKIN’   Başaran, di dawiya axaftina de, dest nîşan kir ku ew nêzî serkeftineke mezin in û wiha got: “Rojhilata Navîn ji bo kurdan hatiye asteke destkeftiyên mezin. Di vê sedsalê de kurd dê xwe azad bikin û statûya xwe bi dest bixin. Sedsaleke ku her çar parçe di ruh de bibin yek ava bikin an jî gelekî bê statû, di nava dewletan de hatî parve kirin, dîroka wan hatî winda kirin û nikarin xwe pêşve bibin. Ji ber vê yekê jin dê pêşengiyê ji yekitiya neteweyî re bikin, bi rol û mîsyona pêwîst a girtine ser milê xwe wê vê pêvajoyê derbas bikin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel