Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî 2020-05-11 09:20:20 MANÎSA – Gulsum Çolak ku di Komkujiya Somayê de kurê xwe winda kir, da zanîn ku di 6 salên borî de li Somayê pergal neguheriye. Çolak, ji ber ku kûjerên kedkaran bi sererastkirina înfazê dê zû bên berdanê jî bi bertek e. Di ser Komkujiya Somayê ku di 13’ê gulana 2014’an de li Manînasayê çêbû û 301 kankeran jiyana xwe ji dest da re 6 sal derbas bûn. Li gel ku doza komkujiyê hê di asta Dadgeha Bilind de ye jî bi sererastkirina înfazê 4 bersûcên komkujiyê dê zû bên berdan. Li gorî vê yekê bersûcên ku divê di sala 2028’an de bên berda dê 2 ji wan îsal di meha îlonê de 2 ji wan jî dê îlona 2022’an de bên berdan. Malbatên qurbaniyên kokujiyê piştî komkujiyê xwe bi rêxistin kiribûn û Komeleya Kankeran a Piştevaniya Civakî ava kiribûn. Malbat, her sal bi pêşengiya komeleyê di 13’ê gulanê de mitîng li dar dixistin, lê îsal ji ber vîrûsa koronayê wê tenê goristanan ziyaret bikin.   BÊ CEZA HATIN HIŞTIN   Gulsum Çolak ku di komkujiyê de kurê xwe Ûgûr Çolak winda kir, da zanîn ku 6 sal in li benda edaletê ne lê li şûna edaletê kujerên kankeran bê ceza hatine hiştin û wiha got: “Ev vê bêwijdaniyê qebûl nakin. Kes ne me dibihîze ne jî dibîne. Ne heq ne jî edaletê cihê xwe nedît. Bi serastkirina înfazê re berpirsyarên kuştina 301 kankeran bê ceza hatin hiştin. Li gel vîrûsa koronayê jî kanên Somayê bi destûra taybet dixebitin. Pergala ku li vir hatiye avakirin, li gel şewba ku hemû Cîhanê kiriye bin bandora xwe jî neguherî û didome. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   MA / Sevda Aydin