Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin 2020-05-11 09:47:11   WAN – Parêzeran da zanîn ku hewldana mudaxileya Serokkomar Erdogan a li dijî rêxistinên pîşeyî siyasî ye û armanc ew e ku sazîbûna yek zilamî pêk bîne û banga têkoşîna hevpar hat kirin.   Bertekên li dijî hewldana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku dixwaze pergala rêxistinên pîşeyî û baroyan biguherîne bertek berdewam dikin. Parêzerên endamên Baroya Wanê nerazîbûn nîşanî hewldana Erdogan dan û bi mudaxileyê dixwaze aliyên muxalîf tune bike.   ‘ROLA SEREKE BARO NE’   Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê parêzer Ebrû Demîrtepe diyar kir ku bi vê hewldanê dixwazin aliyên muxalîf ku ne girêdayî îqtîdarê ne tune bikin û got: “Rejîma yek zilamî her ku diçe belav dikin. Ji her demê bêtir di pêvajoyek wiha de pêdiviya herî zêde bi baroyan heye. Baro di demek wiha ku daraz di bin kontrola îqtîdarê de ye rola sereke dileyîze. Em ê wek parêzeran tu hewldanên rejîma yek zilamî qebûl nekin û ji bo demokratîkbûnê hewl bidin.”   ‘SEKNA BAROYAN DIBÎNIN’   Parêzer Sevda Aydin jî hewldana mudaxileyê wek “sazîbûna rejîma yek zilamî” pênase kir û got: “Heta îro ji bo muxalîfan bêdeng bikin çi ji destê wan hat kirin. Cihê ku nikare bêdeng bikin jî pêngavên tunekirinê xistin dewrê. Dixwazin sekna baroyan a li dijî her cûre neheqiyê bitepisînin û dixwazin têkoşîna baroyan têk bibin. Nexwê têkoşîna baroyan wan aciz kiriye loma dixwazin pergalê biguherînin. Em hemû parêzer divê li dijî vê yekê têkoşîna hevpar mezin bikin.”   ‘MUDAXILA SIYASÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Endamê Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûq (OHD) parêzer Servet Ekmekçî jî da zanîn ku ev mudaxileyek meuhtemel e û wiha got: “Berê jî hewldanên wiha hatin kirin. Li dijî pergala heyî çend saziyên ku li ser pêya mane hene. Ji van saziyan jî ya herî girîng baro ne. Rêbazên hilbijartina baroyan diyar in. Ji derveyî baroyê mudaxilyek siyasî ya ji derve were kirin qet nayê qebûlkirin.”