Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir 2020-05-11 09:47:44   RIHA - Şaredariya Rihayê ya AKP'î 17 hezar û 873 metrekare milkê şaredaiyê bi 86 xaniyên TOKÎ yên ku nehatin firotin taqas kir. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP'î bertek nîşanî vê yekê dan lê, Şaredarê AKP'î diyar kir ku biryar li ser daxwaza Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum hatiye stendin.    Şaredariya Rihayê ya di destê AKP'ê de ye mal û milkê şaredariyê pêşkêşî Wezareta Bajarvanî û Derdorê kir. Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên AKP'î 17 hezar û 873 metrekare milkê şaredaiyê bi 86 xaniyên TOKÎ yên ku nehatin firotin taqas kir. TOKÎ di sala 20167an de li Bajaroka Eyup Nebî ya li ser rêya Wêranşarê 86 xanî ava kiribûn. Lê ji ber kesî xanî nekirîn û qîmet nedanê, TOKÎ xaniyên xwe li Navçeya Halîliyê ya Rihayê bi 17 hezar û 873 metrekare milkê şaredariyê taqas kir. Meclîsa Şaredaiyê di 13'ê Nîsanê de di bin serokatiya  Şaredar Zeynel Abidin Beyazgul de li hev kom bûn û milkên şaredariye yên nayê kirîn û firotin bi TOKÎ taqas kir. Şaredariya AKP'î biryar da ku li taxên Yenişehir, Sırrın û Yeşildirekê  3 qadên dar û ber ku ji 48 parseldan pêk tê bi TOKî taqas bike. Biryar bi dengê endamên meclîsa şaredaiya AKP û MHP’ê hat erêkirin. Endamên meclîsê yên CHP'î tev li civinê nebûn. Tenê endamên Meclîsa şaredariyê yên HDP'ê û Partiya Saadetê tev li civînê bûn û ev yek îtîraz kirin. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP'î bertek nîşanî vê yekê dan lê, Şaredarê AKP'î diyar kir ku biryar li ser daxwaza Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum hatiye stendin.    NE LI GORÎ USÛLÊ YE   Endamê Meclîsa şaredaiyê yê HDP'î Sitki Dursun anî ziman ku îqtîdar vîrûsa corona ji bo xwe dike firsend û wiha got: "Dema me li meclîsê niqaş kir got 7 hezar metrekare ye. Di biryara nivîskî ya îmzeya şaredar lê heye de ne 7 h hezar, dijberî wê 17 hezar û 873 metrekare ye. Ev ne li gorî usûlê ye. Em dê li Dadgeha Îdarî dozê vekin.    MA / Bariş Polat