Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin 2020-05-11 09:55:16   STENBOL – HDP’ê di çarçoveya “kampanya malbatên xwişk û bira” de li Stenbolê pêwîstiya 12 hezar û 300 malbatî bersivand û ji 960 malabtî re ‘xwişk û bira’ dît.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya “kampanya malbatên xwişk û bira” de ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de bi armanca piştevaniya malbatên ku pêwîstiyên wan hene dabû destpêkirin, li Stenbolê xwe gihand bi hezaran malbatî. Di çarçoveya kampanya ku bi şîara “Em parve dikin û piştgirî didin hev” hatibû destpêkirin de heta niha pêwistiya paqijî û xurekê ya 12 hezar û 300 malbatî hatiye bersivandin û ji 960 malabtî re jî ‘xwişk û bira’ hatiye dîtin.   PIŞTGIRIYA MADDÎ Û DERÛNÎ   Yek ji navçeyên kampnaya bi hemû leza lê didome navçeya Esenyûrtê ye. Li navçeyê 50 malbatên ‘xiwşk û bira’ hatin dîtin û piştgiriya 500 malbatî hat kirin. Ji rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê Mûrat Tûrgût, têkildarî xebata kampanya partiya xwe axivî û diyar kir ku bi rêya komîsyonên ku ava kirine xebatên xwe didomînin. Tûrgût, destnîşan kir ku ji bo bersivandina pêwîstiyên malbatên ku ji ber fikara tenduristiyê neçar mane li malên xwe bimînin zend û bendên xwe badane û wih got: “Em xwe digihînin malbatên ku bi pirsgirêkên aboriyê re rû bi rû ne û biçûk be jî piştgiriya wan dikin. Li gel piştgiriya maddî piştgiriya menewî û derûnî jî didin malbatan.”   LI GORÎ PÊWISTIYAN QOLÎ   Tûrgût, qala hilbijartina malbatên ‘xwişk û bira’ jî kir û ev tişt got: “Li navçeyê hejmareke zêde kedkar û karker hene. Ji ber vê yekê em pêşaniyê didin malbatên ku pêwistiyên wan hene. Heta niha me li navçeyê 50 malbatî kiriye ‘xwişk û bira’. Ji bo malbatên ku pêwîstiyên wan hene jî sererastkirina ‘Kampanya Qoliyê’ kir. Berî ku qolî be amadekirin em pêwistiyan tespît dikin û li gorî wê qoliyê dişînin. Me 3 hezar malbat tespît kiriye. Di demeke kurt de em ê pêwistiyên wan bibersivînin. Em ê derfetên di destên xwe de bi kar bînin û malbat û zarokan birçî nehilin. Wijdanê me rê nade vê yekê. Em bi gelê xwe re ne. Em nîşanî hemû Cîhanê didin ku HDP çiqas bi gel re ye.”