HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne 2020-05-11 10:57:29   STENBOL – Meclîsa Gelan û Bawerî ya HDK’ê êrişa li dijî merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û cemxaneyê şermezar kir û got êriş di heman deme de li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ye.   Meclîsa Gelan û Bawerî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî êrişa li dijî merasîma cenazeye endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û cemxaneyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û êrişê şermezar kir.   Di daxuyaniyê de êrişa li dijî goristanên bajarên herêmê tên kirin hat bibîrxistin û got: “Di demên dawî de gor tên rûxandin. Mudaxileyî cenazeyan tê kirin. Li dijî îbadetxaneyan êriş tên kirin. Ev êriş cihê wan ne di hiqûqê ne jî di civakê de heye. Ev êriş li dijî daxwaza jiyana bi hev re ne. Êrişên dijminane li dijî îbadetxaneyan tên kirin. Ev êriş nayên qebûlkirin. Em êrişa li dijî Cemxaneya Gazî û Dêra Dzinunt Surp Asdvadzadzni şermezar dikin. Êrîşên li dijî cenaze, goran û îbadetxaneyan tên kirin êrişên li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ye.”