Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe 2020-05-11 11:04:16 ENQERE – Karkerên çandiniyê yên demsalî ligel qedexeya heyî jî, neçar dimînin ku rêwîtiyek zor û zehmet bikin, di şert û mercên xirab û ne paqij de 12 saetan bê sîgorta bixetiin û hemû jiyana wan di konek 20 metre de derbas dibe.   Ligel ku Riha bajarê çandiniyê ye jî, ji ber ku qada çandiniyê lê tuneye, her sal bi hezaran mirov ji Rihayê weke karkerên çandiniyê yên demsalî dikevin ser rêyên koçberiyê û neçar dimînin şert û mercên herî xirab de bixebitin. Kerkerên dest pê kê li bajarên diçinê rastî êrîşên nijadperest tên û îsal jî bi rîsk û talûkeya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re rû bi rû ne. Malbatên di konên biçûk de tên bi cih kirin, nikarin ava paqij a vexwarinê peyda bikin û nayê zanîn ku wê çawan li dijî vîrûsê xwe biparêzin. Karkerên ji Rihayê hatin navçeya Bala ya Enqerê, din ava şertên xirab de dijîn.   Yek ji van karkeran Hasan Olgûn, pirsgirêkên dijîn bi van gotinan vegot: “Li Tirkiyeyê herî zêde karkerên çandiniyê yên demsalî rastî kedxwarî û mêtîngeriyê tên.” Olgûn, pirsgirêkên xwe yên rêwîtiya dirêj de dijîn, paqijî, şert û mercên vehewîn û xebatê vegotin.   DESTÛRA TAYBE   Olgûn, diyar kir ku pêkanîna “destûr taybet” a Wezareta Karê Hûndir ji bo kerkerên çandiniyê daye, rîskên mezin bi xwe re tîne û wiha axivî: “Ji bo ku karker destûrê bigirin, bi hezaran kes li ber Miduriyeta Çandiniyê ya Bajêr radiwestin. Bi rojan li ber miduriyetê dimîn in. Ji ber vê rîska bi vîrûsê bikevin dijîn.”   RÊWÎTIYEK BI RÎSK DIKIN   Olgûn, anî ziman ku piştî destûra geştê digirin, dikevin ser rêyên dûr û dirêj û wiha got: “Jiyana karkeran ne di xema kesekê deye. Ji ber vîrûsa koronayê divê bi hejmarek kêm rêwîtî bê kirin. Lê ev ji bo kerkeran ne pêkane. Ji ber vê neçar dimînin ku li gorî şertan tevnegerin. Ger li gorî şertan tevbigerin jî, divê hemû pereyên qezenckirine bidin heqê rêya xwe. Ji ber ku em neçarin bixebitin, em pereyên didin nikarin îtîraz bikin. Kardêr jî ji vê feydê dibînin. Karkerên çandiniyê 12 saetan di karên herî giran de dixebitin. Sîgorteya wan tuneye. Ligel vê jî qezenca wan a mehane dibin mûçeya asgarî deye. Ji ber vîrûsa koronayê bi hezaran kes bê kar man. Îsal wan jî berê xwe dan karê çandiniyê. Ji ber vê mûçeya karkeran kêm tir bû.”   BÊ AV DIMÎNIN   Olgûn, ji bo karkerên çandiniyê pênaseya “Hemû jiyana xwe di konên 20 metre de derbas dikin” kir û wiha bilêv kir: “Em di konên 20 metrî de radizin, radibin, dixwin, rûdinin û weke metbex bi kar tînin. Ne televîzyonek û ne jî dolabeke me heye. Jiyana me ji jiyana civakî dûre. Dîsa ceyran tuneye. Av tuneye. Kardêr bi tankêran avê ji bo me tînin. Ava tankêran jî zû xilas dibe. Gelek caran em rojekê benda avê dimînin.”   JI BO JINAN HÎN ZORTIRE   Olgûn, da xuya kirin ku karê çandiniyê yê demsalî ji bo jinan hîn zortire û wiha domand: “Jin bi roj diçin zeviyan û bi şev jî xwarinê çêdikin û pêdiviyên malbata xwe bi cih tînin. Ev yek êşê dide me. Ji bo dayikan ev rewş hîn zortir dibe. Dayik hem neçarin li zarokên xwe mêze bikin, hem bixebitin û hem jî karê malê bikin. Gelek zarok ji ber şert û mercên giran nexweş dikevin.”   Olgûn, anî ziman ku her tim vî karî dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em neçarin vî karî bikin. Ger em vî karî nekin em ê nekarin debara xwe bikin. Karkerên çandiniyê 7 mehan li ser hev dixebitin. Ji bo 7 meh xebatê divê herî kêm 7-8 bajaran biguherîn in.”   MA / Emrullah Acar