Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin 2020-05-11 14:04:38   WAN - Kuaforên li Wanê piştî demek dirêj dest bi xebatek zêde kirin, bal kişandin ser hejmareke zêde ya kesên li bajêr bi vîrûsa koronayê ketin û fikarên xwe parve kirin.   Kuafor di çarçoveya bergiriyên li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) di 23’yê Adarê de hatibûn girtin. Ji îro de kuafor hatin vekirin û dest bi xebatek zêde kirin. Li Wanê kuaforên ku dest bi xebatek zêde kirin û bal kişandin ser hejmarek zêde ya kesên li bajêr bi vîrûsa koronayê ketine û diyar kirin ku ji bo vekirina kuaforên hîna pir zû bû.   Li Kolana Hunerê, xwediyê Kuafor Zafer Zafer Şen, diyar kir ku ew bi pergala randevu dixebitin û wiha axivî: “Me bi xebatek pir zêde dest pê kir. Dikanên me 50 rojin girtîne. Ji ber vîrûsa koronayê em 2 mehên pir xirab derbas kirin. Bergiriyên pêwîst em digirin. Em hewl didin bi awayekê paqij bi xebitin. Heya ji destê me tê em yek bi yek mişteriyên xwe digirin. Gelek mişteriyên me xawliyên xwe tînin. Bi vî awayî hîn baştir dibe. Divê em pir baldar nêz bibin û bergiriyên xwe bigirin.”   PIR ZÛ VEBÛN   Şen, dest nîşan kir ku hejmara kesên li bajêr bi vîrûsa koronayê ketin 370 derbas kir û wiha fikarên xwe parve kirin: “Ev biryara ji bo kuaforên hatiye girtin pir zû ye. Dikarîbûn hinek din rawestin. Em li navçeya Rêya Armûşê dixebitin. Gelek bûyerên vîrûsê li Rêya Armûşê derketin holê. Kuafor pir zû vekirn. Gelek amûrên ji bo bergirî û dezenfektanê di bazarê de nayin dîtin. Bi zorê em rûpoşan dibînin. Em niha dikevin koma rîskê de. Ji ber vê yekê fikar û gumanên me hene.”