Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da 2020-05-11 15:01:18   STENBOL – Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî rexne li taqvîma îktîdarê ya “asayîbûnê” kir û divê bi dawîkirina şewbê ne ji bo berjewendiyên sermayeye divê sax û silametiya civakê li pêş çavan were girtin.   Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB) têkildarî takvîma “asayîbûnê” a îqtîdarê daxuyaniyek nivîskî belav kir. DÎB’ê di daxuyaniya xwe de takvîma “asayîbûnê” rexne kir û wiha got: “Îqtîdar her tiştî serkeftî nîşan dide û lêanînê pêk tîne. Vê taqvîmê jî loma eşkere kir. Halbûkî ji bo bi dawîkirina şewbê ne li gorî berjwendiyên sermayeye divê ji bo tenduristiya civakê û canê xelkê tişt werin kirin û ev yek li ber çavan were girtin. Pêwîste ji bo ewlehiya jiyana xelkê bernameyek birêkûpêk were eşkerekirin û jiyana xelkê were pêşwazîkirin. Em ji vê rewşa ‘asayîbûnê’ bi endîşe ne. Hûn behsa kîjan ‘asayîbûnê’ dikin? Di vê pêvajoyê de rewşa aborî hin bêtir têk çû û zext li ser xelkê zêde bû. Hemû aliyên muxalîf bi pêkanînên antî demokratîk re hevrû mane. Vê pergala cîhanê ji bilî mirin û hilweşandinê tiştek nayne. Belê ji bilî vegera asayîbûnê tu tiştek xerab tune ye. Wê rewşek xerab pêk were.   Pêwîste li gorî hiqûq û qanûna netewî û navnetewî guhertina yasaya înfazê were betalkirin. Pêwîste li dijî tundiya li malê li dijî zêde bûye tevdîr werin girtin.”