Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin 2020-05-11 15:20:05   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 6 girtiyên li Girtigeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê berdewam dike. Birayê girtî Yilmaz Uçar Omer Uçar, bang li rayedaran kir û xwest bêyî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin gvan bavêjin û daxwazen wan pêk bînin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 6 girtiyên li Girtigeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê ku di 6'ê Gulanê de dest pê kiribûn, didome. Birayê girtî Yilmaz Uçar Omer Uçar, diyar kir ku kesên ketine greva birçîebûnê ew avêtine hucreyê û wiha got: "Em bang li rayedaran dikin ku beyî girtî dest bi rojiya mirinê bikin gvan bavêjin. Divê bi hez heyetek serbixwe biçe lêkolîn bike û li wan guhdar bike. Divê lêkolîn bike u raporê bi raya giştî re prve bike. Niha tu ewlehiya birayê min û hevalên wî yên di grevê de tune ye. Hefteyek e em agahiyê ji wan nastînin. Mafê wan ê telefonê ji destê wan hatiye girtin. Piştî birayê min dest bi grevê kir, lêpirsîn dan destpêkirin û ew avêtin hucreyê."   EM BI FIKAR IN   Uçar, destnîşan kir ku girtî ji ber zextên li dijî xwe dikevin grevê û wiha bi dawî kir: "Ger ku ev mirov bedena xwe didin ber mirinê wê demê îşkenceya giran heye. Dayika min û bavê min bi nexweşiya krnonîk in. Ji ber rewşa birayê min êşên mezin dijîn. Divê berî her tiştî vê zilm û eziyeta li ser girtiyan û malbatên wan bi dawî bikin. Em dixwazin hêj girtiyan dest bi rojiya mirinê nekirine rayedar gavan bavêjin."