Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin 2020-05-11 15:59:22   ÎZMÎR -Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, diyar kir ku li bajêr hejmara xwebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê ketin gehişt 484’an.   Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, li bajêr hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin nû kir. Li gorî daniyên Odeya Bijîşkan li Îzmîrê, 152 bijîşk, 2 bijîkên diranan, 154 hemşerî-karmendên tenduristiyê-pîrik, 88 personel, 16 sekreterên tibbî, 26 teknîsyen, 30 karmend, 6 eczaci, 2 derûnnas, 5 peywirdarên ewlekariyê, 1 ajokar û 2 endezyar bi giştî 484 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketin. Odeya Bijîşkan, dan zanîn ku li bajêr hejmara xebatkarên tenduristiyên yên bi vîrûsê dikevin her roja diçe zêdetir dibe.