Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in 2020-05-11 16:13:03   STENBOL – Di rapora têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê de ku hatiye amadekirin tê gotin ku şewba koronayê bi lez li girtîgehan belav dibe, tevdîr kêm mane û bêyî cudakarî were kirin divê hemû girtî werin berdan.   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) rapora vîrûsa koronayê (Covîd-19) a girtîgehên Herêma Marmarayê belav kir. Di raporê de li ser guhertina yasaya înfazê ya bi destê AKP-MHP’ê hat pejirandin tê sekinandin û ji ber şewba koronayê girtîgeh di bin xetereyek mezin de ne û ji bo ev xetere ji holê were rakirin tevdîrên hatine girtin jî gelek kêm in.   Di raporê de hat gotin di serdema şewbê de li gelek girtîgehan îsyan derketiye û îsyana li girtîgeha Êlihê jî hat bibîr xistin.   KORONA BI LEZGÎNÎ BELA DIBE   Di raporê de hat destnîşankirin li gel ku Wezareta Dadê daxuyanî dide û dibêje ku tevdîr girtine jî lê li girtîgehan bi lez û bez vîrûsa koronayê li girtîgehan belav dibe û ev yek jî xetereyên heyî zêdetir dike. Di raporê de hat diyarkirin ku parêzerên OHD û TUHAY-DER’ê di meha nîsan û gulanê de girtîgehên herêma Marmarayê ziyaret kirine û girtiyan bal kişandiye ser binpêkirina mafên xwe û xeterya şewba koronayê. Di raporê de hat gotin bêyî cudakarî were kirin divê hemû girtî werin berdan.   Di dewama raporê de tespîtên binpêkirina mafan û têkildarî koronayê ku li girtîgehan hatiye kirin hatin rêzkirin. Di van tespîtan de tê gotin li girtîgehan di her warî de pirsgirêk didomin û gelek mafên girtiyan hatine desteserkirin.