Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn 2020-05-11 16:42:24   ŞIRNEX – Rojnameger Mehmet Guleş ku li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye, bi rêya malbata xwe ragihand ku pir hindik xwarinê didin girtiyan.   Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin Mehmet Guleş ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Xarpêtê girtî ye, bi rêya malbata xwe pirsgirêkên li girtîgehê dijîn ragihand. Guleş, ragihand ku pir hindik xwarinê didin wan û diyar kir ku berdevk û dezenfekte li girtiyan nayê belavkirin. Guleş, agahî da ku 4 girtiyên ku tansiyon û şekirê wan heye, li gel hemû serlêdanan jî nabin nexweşxaneyan. Guleş, têkildarî pirsgirêkan banga hestiyariyê li raya giştî kir.