Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek 2020-05-11 16:56:02   AMED - Hunermendên jin bi ser navê Komîna Tevna Jinê ji bo hunermenda nemir Hozan Mizgîn stranek çêkirin û wê bibîranîn.   Komek hunermendên jin, ji bo biranîna Gurbet Aydin (Hozan Mîzgîn), bi navê Komîna Tevna Jinan stranek amadekirin û hunermenda nemir bibîr anîn. Devrîm Demîr a di komînê de cih digire diyar kir ku ji bo biranîna Hozan Mizgîn stranek çêkirine û wiha got: "Hozan Mizgîn bi sekn, berxwedêrî, dilnizmî, jêhatîbûn û çelengiya xwe di dilê welatiyan de cihekî taybet girtiye. Bi sekna xwe û tevgera xwe ji hemû hezkiriyên xwe re bûye mînak. Dergûş bi navê wê hatine hejandin, zarok bi navê wê hatine mijandin. Mirovên ku Hozan Mizgîn di jiyana wan re derbas bûye qala wê dikin, çavê wan li dûr dinerin, dengê wan diguhere, bi hestên helbestî wê vedibêjin. Di her hevokeke xwe de hezkirin û rêzdariya xwe pêşkêş dikin."   'MIZGÎN MÎRATEYEK MEZIN JI HUNERMENDÊN JIN RE HIŞT'    Devrîm Demîr, anî ziman ku heke li Kurdistanê ger ku qala huner û hunermendên şoreşger bikin divê Mizgîn mînak nîşan bidin û got: "Hozan Mizgîn Nexşeriya jina hunermend a kurd û şoreşger e. Wê mirateyeke bê hempa ji bo jina kurd a hunermenda kurd re hiştiye. Divê baş bê fêmkirin û ked û xeta wê xwedî bê derketin. Bi minasebeta salvegera şehadeta wê em careke din bi rêzdarî wê bibîr tînin û vê stranê diyarî wê dikin."