Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê 2020-05-11 20:59:47   EDENE - Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hatibû kirin, nexweşxaneyê jê re gotiye "Covîd heye" û wî şandiye girtîgehê.    Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê de ye, di 6'ê Gulanê de biryara sewqkirina wî ya ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hatibû dayîn, lê belê derket holê ku sewqa wî nehatiye kirin. Piştî biryara sewqê bi 6 rojan ew birine Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê, lê belê bijîşkê beşa kardiyolojiyê gotiye, "Nikarim wî li nexweşxaneyê bidim razandin, Covîd heye. Nerihetiyeke wî ya ku li nexweşxaneyê bimîne tuneye" û wî cardin şandiye girtîgehê.    Keça wî Dîlan Kaya anî ziman ku di 6'ê Gulanê de biryar hatiye girtin ku bavê wê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê bê kirin û ji wan û parêzeran re gotine hatiye sewqkirin, lê belê pê hesiyane ku hê îro hatiye sewqkirin.    Kaya, diyar kir ku duh rewşa bavê wê xedar bûye û wî rakirine beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê û ji wir dîsa wî birine girtîgehê û îro jî wî rakirine nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê. Kaya, destnîşan kir ku rewşa bavê wê nebaş e û got: "Du rojan li ser hev çûye nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê bi bijîşkê kardiyolojiyê re axifîmm. Ji min re got, 'Nikarim wî li nexweşxaneyê bidim razandin, Covîd heye. Şertên girtîgehê ji bo wî nebaş in. Nexweşxaneya wî kronîk e, wê qet baş nebe. Heger li malê be wê temenê wî hinekî din dirêj be. Divê di girtîgehê d enemîne. Ji ber Covîdê wê Desteya Tenduristiyê jî li hev kim nebe. Divê hûn heya piştî cejnê bisekinin. Nerihetiyeke wî ya ku li nexweşxaneyê bimîne tuneye. Divê baldar be. Li xwarin û vexwarina xwe miqatebe, di wext de dermanên xwe bixwe. Heger van tiştan neke wê rewşa wî xirabtir bibe. Nehat razandin. Dîsa wî şandin girtîgehê.'"    Kaya, anî ziman ku bavê wê ne li se rhişê xwe ye û xwest rojek berî rojekê bê berdan.