33 roj şûnde qerentina rakirin 2020-05-12 08:12:41 MÊRDÎN - Qerentînaya ji ber şewba vîrûsa corona ku li Gundê Endewl û Heramiyê yên Navçeya Dêrikê îlan kiribûn, piştî 33 roj şûnde rakirin.    Qerantînaya ku di 8'e Nîsanê de li Gundê Endewl û mezrika wê Heramiya Jêr ên Navçeya Dêrika Mêrdînê ji ber vîrûsa corona îlan kiribûn, piştî 33 roj şûnde rakirin. Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da diyar kir ku nîşaneyên nexweşiyê kêm bûne. Piştî qerantîna hat rakirin li gund û mezrayê dest bi karê dezenfekteyê kirin. Li Mezra Herêmiya jêrîn ji ber vîrûsa Covid-19  kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 200 gumana nexweşiyê bi wan re çêbûbû.