ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-12 09:00:16 * Nûnerê Tevna Zarokên di Girtîgehê de ya CÎSST'ê Cansû Şekercî, anî ziman ku ji bo zarokên girtî yên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne bifikar in û got, divê saziyên serbixwe biçin girtîgehan lêkolînê bikin.  * Wê sibê danişîna doza siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak bê lidarxistin. Dozger di îdianmeyê de xwestiye ku cezayê muebeta giran li Alinak bê birîn. Guler Tûnç, dayika Bêkes ku Alinak di pirtûka xwe de bal kişandiye ser çîroka wî, xwest Alinak bê berdan.    * Li bazara navçeya Ortaklarê ji ber krîza aborî û şewba vîrûsa coronayê fiyetên zebze û fêkiyan gelekî biha bûne. Hem esnaf hem jî welatî ji ber vê bihabûnê bi gilî û gazinc in.    * Warê dîrokî Heskîf piştî di bin avê de ma, warê dîrokî tev winda bû û li şîna wê sergo ma. Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, bang li rayedaran kir ku demek berî demekê çopê kom bikin da ku zindiyên li herêmê ji talûkeyê rizgar bibin.    * Ji Înîsiyatîfa Haberîn Var Mi Farûk Arhan diyar kir ku bi girtina 8 rojnamegerên têkildarî nûçeya cenazeyê endamê MÎT’ê dixwazin rojnamegerên muxalîf çavtirsandî bikin û got: “Îqtîdar dixwaze bi sûcdarkirina rojnamegeran ser sûcê xwe bigire.”   * Raportorê Tirkiye yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Emma Sinclair Webb, têkildarî bêcezakirina polîsan û faîlên diyar diyar kir ku dadgeh naxwazin polîsan wekî bersûc bibînin û naxwazin polîsan darizînin û ceza bikin.   * Karkerên kana komirê yên Somayê, diyar kirin ku berê tedbîr nehat girtin û komkujî pêk hat û niha jî tedbîr nayên girtin. Karkeran, anîn ziman ku li gel talûkeyê dibînin jî wê rîskê didin ber çavan û neçar in kar bikin.    * Li Samandagiyê xwendekarê ku 10 sal berê ji ber şîr jehrî bûbû, qereqolê ji bo anketekê gazî wî kiriye û gava çûye qereqolê polîsan ew biriye daristanekê û sîxurtî lê ferz kirine.    * Pisporê Ewlehiya Karî Ozan Kaplan, ji bo karkerên li înşeatan dişixulin û 8-10 kes pev re di konteynerekê de dimînin got, tu wateya navbera civakiyî nemaye û tê wateya "Nesekine, dewam bike."    * Li Nisêbîna Mêrdînê Kendal Şehmûsê ku 7 sal in bi avdaniya erdan debara xwe dike, got: "Em avê ji bîrên ku bi qasî 400 metrî kûr in dikişînin. Em avdaniya kîjan erdî bikin, em mala xwe jî dibirin wir."    * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê yekîtiya neteweyî de, daxwaza hevpar a gelê kurd e û got: "Ên ji bo vê daxwaza gelê kurd nebin bersivê wê wekî lekeyek reş di nav rûpelê dîrokê de cih bigirin."    * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd 19) de wê bên şopandin.    * Bi boneya Roja Hemşîreyên Navneteweyî wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn.   * Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, wê li avahiya partiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, wê Mala Cemê ya Gazî ya Stenbolê ku li wir cezayê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek rastî êrîşa polîsan hat ziyaret bike û daxuyanî bide. (13.00)   * Serokwekîlê Koma HDP'ê Hakki Sarûhan Olîç, wê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)