Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê' 2020-05-12 09:00:17 STENBOL - Nûnerê Tevna Zarokên di Girtîgehê de ya CÎSST'ê Cansû Şekercî, anî ziman ku ji bo zarokên girtî yên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne bifikar in û got, divê saziyên serbixwe biçin girtîgehan lêkolînê bikin.  Ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) wê qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 15'ê Gulanê dewam bike. Her wiha Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul, daxuyandibû ku li 4 girtîgehan 120 girtî bi şewba coronayê ketine û di 8'ê Gulanê de Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî daxuyandibû ku li Girtîgeha Sîlîvriyê 44 girtî bi şewbê ketine. Piştî van daxuyaniyan fikarên der barê girtîgehan de zêde bûn û herî zêde jî fikarên der barê girtiyên nexweş û zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne zêde bûn.    Li gorî daneyên Mijdara 2019'an ku Midûra Giştî ya Girtîgehan Nîlufer Çîftçî daxuyandibû, di girtîgehan de 2 hezar û 500 mehkûmên zarok hene. Ji xeynî vana 750 zarok jî tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne.    Nûnera Tevna Zarokên di Girtîgehê de ya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayî de (CÎSST) Cansû Şekercî, anî ziman ku piştî qanûna nafzê ya nû nizanin çend zarok di girtîgehê de mane.    ŞŞekercî, destnîşan kir ku qanûna nû tenê tevdîrên li dijî şewbê di xwe de nahewîne. Şekercî, diyar kir ku bi qanûna nû re bi sûcên dîsîplînê yên nû û hin cezayên nû re jî rû bi rû mane û got, li gor qanûna nû gava zarokên girtî qadên xw eyên jiyanê paqij nekin û di vê helwesta xwe de israr bikin wê bi hin cezayên dîsîplînê re rû bi rû bimînin.    Şekercî, pirsî "Nepaqijkirina qada xwe ya jiyanê çawa dîsîplînê xirab dike?" û got: "Di vir de a girîng pêkanîna dîsîplînê ye an hînbûna paqijbûnê ye? Hepskirina bi tena serê xwe ceza ye. Heger ev bandora vê yekê ya li ser kes bidin hêlekê jî dîsa zarokên girtî di bin navê dîsîplînê de bi cezayine talî re rû bi rû dimînin."    ‘FIKARÊN ME HEN'   Şekercî, anî ziman ku ji ber sînordarkirina hevdîtina malbat û parêzeran û ji ber rawestandina kontrolkirinê ya desteyên şoapndinê nizanin tevdîrên bi çi rengî hatine girtin û got, heger ev pêvajo dirêj bajo wê pirsgirêkên nû rû bidin.   Şekercî got: "Tecrîd bi tena serê xwe pirsgirêk e, lê bi ser de jî dêrijbûna vê demê, rawestandina kontrolkirinê, fikarên di warê şidet û binpêkirina mafan de zêdetir dikin."   SAZIYÊN SERBIXWE    Şekercî, destnîşan kir ku divê heyetên serbixwe biçin girtîgehan lêkolînan bikin û got: "Em saziyên serbixwe, divê biçin li girtîgehan serdana zarokan bikin û bêyî d bin çavdêriya îdareya girtîgehê de divê em gilî û gazincên wan guhdar bikin."