Dîroka Heskifê çû sergo ma 2020-05-12 09:08:08 ÊLIH - Warê dîrokî Heskîf piştî di bin avê de ma, warê dîrokî tev winda bû û li şîna wê sergo ma. Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, bang li rayedaran kir ku demek berî demekê çopê kom bikin da ku zindiyên li herêmê ji talûkeyê rizgar bibin.    Piştî bendava Ilısû ya li ser çem û rûbarên Dicle, Botan, Xerzan, Kezer û Başur hat avakirin, pêşî li van çeman hat girtin û her li herêmê dehan gund di bin avê de man. Hem gund, hem zeviyên çandiniyê û hem jî warên dîrokî û çandî di bin avê de man. Piştî her der bû gola avê warê dîrokî Heskif jî di bin avê de ma. Ji ber bendava Ilısu warê dîrokî ket bin avê û li şûna wê her der bû sergo. Li qada hemberî Heskîfa nû li ser rêya ketina Heskifa berê û Kerçewsê komên çopê bala mirovan dikişîne. Ji bo çopa li qiraxê avê kom bûne bê paqijkirin heta niha rayedarên herêmê tu xebat nekirine.    Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, bang li rayedaran kir ku demek berî demekê çopê kom bikin da ku zindiyên li herêmê ji talûkeyê rizgar bibin. Ayhan, anî ziman ku berpirsiyarê her tiştî Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) ye û wiha got: "Divê bi lez ev çop bê komkirin. Ger ku ev çop neyê komkirin hemû zindiyên vê avê dê jiyana wan têkeve talûkeyê. Li herêmê gelek qeraxên çop lê kom bûne hene. Ev warên dîkokî tev ketin bin avê. Bi bendavê re dîrok winda bû. Dîrok çû çop hat. Her ku çop zêde bibe zewal û zindiyên li vir jî dê bimirin û tune bibin. DSÎ û Şaredarî kî berpirsiyar be divê bi lez çopê kom bikin û erka xwepêk bînin."    MA / Metîn Yoksû