Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin 2020-05-12 09:09:15 HATAY - Li Samandagiyê xwendekarê ku 10 sal berê ji ber şîr jehrî bûbû, qereqolê ji bo anketekê gazî wî kiriye û gava çûye qereqolê polîsan ew biriye daristanekê û sîxurtî lê ferz kirine.  Li Hatatyê ev demeke xwendekarên zanîngehê jî di nav de nêzî 40 kes bi gef û ferzkirinên ji bo sîxurtiyê yên polîsan re rû bi rû dimînin. Li navçeya Samandagiyê jî xwendekar M.T. û karkerê bi navê F.M. ji ber van pêkanînan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê dane.    JI BO ANKETÊ GAZÎ WÎ KIRIN...   M.T., diyar kir ku 10 sal berê li dibistanê ji ber şîr jehrî bûye û di 29'ê Nîsanê de polîsê bi navê Hakan ê emniyeta Hatayê telefonî wî kiriye û jê xwestiye navnîşana xwe jê re bêje. M.T., anî ziman ku polîsê ku telefonî wî kiriye jê re gotiye der barê şîrên li dibistanan tên belavkirin de anket heye û ji bo divê divê biçe Midûriyeta Emniyetê ya Samandagiyê. M.T., anî ziman ku çûye emniyetê û got, polîsê bi navê Hakan jê re gotiye: "Ez bi rojî me. Hem dixwazim li derve bêhan xwe derxim hem jî em ê der barê jehrîbûnê de biaxifin." M.T., got, lê belê polîs wî bi wesayîteke sivîl biriye daristanekê û tim û tim çeka xw enîşaî wî daye.    M.T., anî ziman ku polîs der barê SYKP, AKADER, Egîtîm Sen û rêxistinê civaka sivîl ên din de pirs kirine û got: "Gava tu biçî zanîngehê û di dersan de bimînî telefonî min bike ez te derbas bikim. Tu li hêla Anadolû ya Stenbolê bî ez ê di nav 15 deqeyan de ekîbekê bişînim te ji wir bigirim. Tenê tu alîkariya me bike."    M.T., diyar kir ku ji ber ku tirsiyaye wê polîs wî bikuje teklîfa polîs qebûl kiriye û got, carekê rû bi rû hev du dîtine û wekî din çend caran telefonî wî kiriye û di 5'ê Gulanê de ev peyam ji polîsa re şandiye: "Te ez şandim çiyê, te sîxurtî teklîfî min kir, ez êg iliyê te bikim."    M.T. got: "Ji ber van tiştan ditirsim. Ez aktivîstê AKADER'ê me. Min serî li ÎHD'ê da. Ez ê giliyê wî bikim."    ‘EM Ê ALÎKARIYA TE BIKIN'    Karkerê bi navê F.M. jî anî ziman ku di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de li Samandagiyê polîsan ew sekinandine, wêneyê wî girtine û wî li wesayîtê siwar kirine. F.M., diyar kir ku polîsê bi navê Hakan jê re gotiye: "Tu yê biçî eskeriyê. Ez ê bi her awayî alîkariya te bikim. Heger tu sîxurtiyê bikî ez ê cezayê pereyî li te nebirim."    F.M. jî anî ziman ku ji ber ku tirsiyaye teklîfa polîs qebûl kiriye û got, polîs telefonî wî kirine lê belê neçûye cem wan û teklîfa wan red kiriye. F.M., diyar kir ku polîs tim li dora mala wan diçin û tê, wî dişopînin.    Sekreterê Şaxa ÎHD'a Hatayê Mursel Tongûç Salmanoglû anî ziman ku di salekê de ji ber vê yekê 5 kesan serî li wan daye û got, wan jî serî li dozgeriyê daye lê belê lêpirsîn bi neşopandinê bi dawî bûye. Salmanoglû, diyar kir ku wan jî li dadgehê îtiraz kiriye û got: "Di demên dawî de bûyerên bi vî rengî zêde bûne. Sedema wê jî nebûna dewleteke adil û hiqûqî ye. Heger mirov netirsin û van tiştên tên serê wan bêjin, wê ev tişt bi dawî bibin. Ev demeke li Hatayê bûyerên bi vî rengî pir bûne."