Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin 2020-05-12 09:16:05 MÊRDÎN - Raportorê Tirkiye yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Emma Sinclair Webb, têkildarî bêcezakirina polîsan û faîlên diyar diyar kir ku dadgeh naxwazin polîsan wekî bersûc bibînin û naxwazin polîsan darizînin û ceza bikin.   Li navçeya Dêrikê û Nisêbînê bi dîmenan hat dîtn ku polîs çawa tundiyê li ser welatiyan dimeşîne. Di 25'ê nîsanê de di dîmen de hat dîtin ku polîs welatiyê esnaf derb dike. Piştre li Nisêbînê hat dîtin ku polîs çawa bi çekê daye ser pişta zarok û bi tirsê zarok binçav kir. Li Nisêbînê di dîmen de hat dîtin ku polîs çawa çekê diteqîne û daye ser pişta zarokê 6 salî B.E. û piştre wî li pey xwe kaş dike. Li Edeneyê di 27'ê Nîsanê de ciwanê 19 salî yê Sûriyeyî Alî El  Hemdan bi guleya polîsan hat kuştin. Di 22'ê Adarê de li Manîsayê kalê 65 salî Kemal Konca rastî heqareta polîsan hat.    PVSK POLÎSAN DIPARÊZE   Gelek bûyerên tundiyê û kuştinê ku polîsan li dijî welatiyan kiriye, bi dîmen û belgeyan derket holê. Lê polîsên ku li ser welatiyan tundî meşandin û welatî kuştin nehatin darizandin. Tenê an ji peyvirê hatin dûrxistin û an jî piştî demekê dîsa li karê xwe vegeriyan. Di kuştina Alî El Hemdan de polîs hat girtin, lê bê cezakirin an jî neyê cezakirin hêj ne diyar e. Bi taybeti piştî Zagona Vazife û Salahiyetên polîsn (PVSK) polîsan bêtir dest bi tundî û kutinê kir.     TURSUN: JI 2007'AN HETA NIHA 403 KES BI GULEYA POLÎSAN HATIN KUŞTIN   Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, piştî kurê wî hat kuştin, li dijî binpêkirina mafan û tundiya polisan têdikoşe. Tursun, diyar kir ku ji sala 2007'an heta niha 403 kes bi guleya polîsan hatin kuştin. Di van bûyeran de polîsên ku ji peyvirê hatin girtin û rastî ceza hatin pir kêm in. Heta niha polîsên ku rastî ceza hatin û ji peyvirê hatin girtin, 2 - 3 kes in. Erk û hêza PVSK’ê didin pişta xwe û mirovan dikujin. Ji ber ku PVSK'ê hêz û erk daye wan ku dema mirov kuştin jî neyên cezakirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber erka PVSK’ê li gori daxwaza polîsan biryarê dide. Li Îzmirê Emrah Barlak bi polîsan re niqaş kir û hat kuştin. Li şûna ku bê cezakirin wî teqawît dikin. Divê berî her tiştî PVSK bê betalkirin.    SÎNCLAÎR: DÎMEN TUNEBÛNA POLÎS JI PEYVIRÊ DÛR NEDIXISTIN   Raportorê Tirkiye yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Emma Sinclair Webb jî anî ziman ku ger ev dîmenên derketin holê tune bûna polîs ji peyvirê nedihatin dûrxistin û wiha got: "Ji sala 2008'an heta niha me der barê tundiya polisan de raporek berfireh amade kiriye. Em dibînin ku di navbera wê demê û niha de tu tişt nehatiye guhertin. Dîmenên di demên dawî de tên parvekirin, bi tesadufî ji aliyê welatiyan ve hatiye kişandin û li ser medya civakî hatiye parvekirin. Bi zanebûn ew dîmen nehatine kişandin û nehatine parvekirin. Ger ku ne ji van dîmenên medya civakî bûya, dê polîsên ji peyvirê dûr nexistibûna. Dîmenên Nisêbîn û Dêrikê tune bûna, ew polîs tu carî ji peyvirê nedihat dûrxistin. Welatî tesatufî ji ewyanû şibakeyê bi telefona xwe dîmen dikişînin û parve dikin. Wê demê welatî tesatifî derketiye şibakê û rastî wê bûyerê hatiye û bi telefonê qeyd kiriye. Ji ber vê yekê gelek bûyerên ku em nizanin û nehatine qeydkirin hene. Ji ber vê yekê ev bûyerên bi vî renfî mirovan dixin nava fikaran. Li Tirkiyeyê bi piranî polîsê ku suc dike nayê cezakirin.    Li navçeya Westanê ya Wanê, li Qereqola Polîsan welatî rastî îşkenceyê hatin. Li Komisyona Mafên Mirovan a Meclîsê li gel rapor û dîmen hebûn jî polîs beraet kirin. Di bûyerê de 7 polis hatin tespîtkirin, lê dîsa beraet kirin. Tenê mînakek têk dike ku polîtîkayên bêcezakirinê li pêş in. Em di cezakirina polîsan de ne bi hevî ne. Ji ber ku dozger naxwaze însîyatifê bigire dest. Dadgeh jî naxwaze însiyatifê bigire dest. Mixabin di destê polîs û midûriyeta polîsan de hêzek gelek mezin heye. Dadgeh naxwazin polîs wekî bersûc bibînin û naxwazin darizînin û ceza bikin. "    ‘DIVÊ EM MESELEYÊ BIŞOPÎNIN   Webb, herî dawî da zanin ku çend sal berê pêşniyar kirin ku "Yekîneya giliyên polîsan bê avakirin" û got: "Divê mirov meseleyê bişopînin. Şopdarê bûyerê û dozê bin. Rayedar der barê meseleyan de gelek caran agahî nadin. Lêpirsînek bi rêk û pêk jî tune. Divê em aliyê dozgeriyê û hem jî aliyê dîsîplinê bê şopandin.    Divê Yekîneyek be avakirin û erkek ferbî bidin wê. Dîsa divê j bo wê butçeyek bê veqetandin. Divê ev yekîne serbixwe be û ne girêdayî midûriyeta polîsan be. Komîsyona Mafên Mirovan  û Saziya Wekheviyê dikare vê yekê bike, lê qet pê eleqedar nabe.    Li vir rola Baroyan û Navendên Mafên Mirovan girîng e."    MA / Ahmet Kanbal