‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’ 2020-05-12 09:59:19 STENBOL – Ji Înîsiyatîfa Haberîn Var Mi Farûk Arhan diyar kir ku bi girtina 8 rojnamegerên têkildarî nûçeya cenazeyê endamê MÎT’ê dixwazin rojnamegerên muxalîf çavtirsandî bikin û got: “Îqtîdar dixwaze bi sûcdarkirina rojnamegeran ser sûcê xwe bigire.” 8 rojnameger ji nûçeya têkildarî cenazeyê endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest da tên darizandin. Îdianameya derbarê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midurê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv Bariş Behlîvan, nûçegihana Odatv Hulya Kilinç û nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel ji dozê tên darizandin hat amadekirin û ji aliyê 34’emîn Dadgeha Cezayê ya Stenbolê ve hat pejirandin. Du bersûcên din jî nivîskarê rojnameya Bîrgunê Erk Acarer û xebatkarê çapemeniya Şaredariya Akhîsarê Eren Ekîncî ne.   Erk Acar ji ber ku li derveyî welat e derbarê wî de biryara girtinê heye. Derbarê her yek rojnamegerek de bi îdiaya “agahiyên nepen ên dewletê eşkere kirine” û “belge û agahiyên derbarê xebatên îstîhbaratê de eşkere kirine” ji 8 salan heta 17 salan cezayê hevsê tê xwestin. Danişîna ewil a rojnamegeran di 24’ê hezîranê de dê were lidarxstin.   Ji Înîsiyatîfa Haberîn Var Mi ya ku bi armanca piştgiriya rojnamegerên girtî hat sazkirin rojnameger Farûk Arhan sûcên ku kirine hênceta girtina rojnamgeran nirxand.   ‘BÛYER EWIL LI MECLÎSÊ HATIYE EŞKEREKIRIN’   Arhan bal kişand ser sûcdariya “razên dewletê eşkerekirin” ku rojnameger jê hatine girtin û got: “Mirina endamê MÎT’ê ewil li Meclîsê wekîlê Partiya Îyî Omît Ozdag eşkere kiribû. Keyayê taxa ku cenaze lê hatibû veşartin jî nav gotibû û banga beşdariya taziyê kiribû. Di van qonaxan de ‘raza dewletê’ ji holê rabû. Piştî van daxuyaniyan û bangan rojnameger Hulya Kilinç bûyerê kiriye nûçe. Pişt re jî nûçe di gelek malperan de hat weşandin.”   ‘ARMANC EW E KU MEDYA Û ROJNAMEGERÊN MUXALÎF ÇAVTIRSANDÎ BIKIN’   Arhan da zanîn ku di warê teşeyî de rojnameger bi hênceta “muxalefeta qanûna MÎT’ê” hatine girtin û got: “Lê di esasê xwe de girtina van hevalên me rojnameger, çavtirsandin û gefa li dijî medyaya muxalîf, rojnamegerên muxalîf e. Rojnamegerên hatine girtin hemû muxalîfên AKP’ê ne. Em girtina rojnamegeran wek gefa li dijî xebatên rojnamegeriyê dinirxînin. Girtina rojnamegeran ji hiqûqê dûr e. Bi îftîrayan tije îdiayên pûç kirine. Hevalên me tenê ji ber xebatên xwe rojnamegeriyê hatine girtin. Em wek Înîsiyatîf îdianameya derbarê hevalên me de hatiye amadekirin me red kir.”   ‘ÎQTÎDAR SÛC DIKE’   Arhan destnîşan kir ku bûyer nûçeyek girîng bû ku raya giştî eleqedar dikir û got: “Di esasê xwe titşa ku were darizandin ev e; Hebûna li Lîbyayê û operasyon sûc e an ne sûc e? Heke sûc be hatiye eşkerekirin û ji razê derketiye. Heke ku ne sûc be çima vedişêrin? Çima hûn ji vê re dibêjin raz e? Îqtîdar dixwaze bi sûcdarkirina rojnamegeran ser sûcê xwe bigire. Lê îqtîdar bi israr rojnamegeriyê sûcdar dike.”   MA / Îdrîs Sayilgan