Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket 2020-05-12 10:45:09 AMED - Hêjmara 21'emîn a Rojnameya Xwebûnê ku heftene tê weşandin, vê hefteyê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi manşeta "Cejna Ziman Pîroz Be" derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê cih da roportaja Nivîskar Pîr Rustem a sernavê "Ziman nasnameya berhemê ye". Rustem, pirsên rojnameyê bersivand û wiha got: “Ziman nasnemeya çand û edebiyatê ye. Zargotina kurdî yek ji zargotinên herî zengîn e di cîhanê de, miletê me her tiştê xwe bi devkî ji me re hiştî ye."    Nivîskar Zehra Mohammedzadeh bi sernavê "Serîrakirina Peyvan" bal kişand ser hilbeskara jin Jîla Huseynî û got: "Di helbestên Jîla Huseynî de hewldaneke rewşenbîrî, femînîstî, evîn û dengê jinê derdikve pêş. Wê emrê xwe di rêya lêkolînê de derbas kir. Jixwe ev aliyên wê û pênûsa wê ya bi sihr hîşt evçend bihêz peyvan li ser rûpelên sipî ên lênûsa xwe xîz bike..."    Nivîskar Zana Farqînî jî bi sernavê "Eger Ziman Hebûn be..." li ser girîngiya ziman rawestiya û got: "Eger bi rastî ziman hebûn û xwebûn be, nexwe em xwe qet bi vir de û wê de nedin, ji xwe re li bihaneyan negerin û karê îro nehêlin sibehê. Ziman nasname ye, xwebûna xwe bi zimanê xwe bidomîne..."    Rojnameyê dîsa vê hefteyê cih da nivîsa Nivîskar Xunav Elban a bi sernavê "Leyla Qasim", nivîsa Nivîskar Sîdar Jîr a bi sernavê "nexyên li Giyan", nivîsa Nivîskar Ramazan Olçen a "Bidestxistina mafê Navdanînê!", nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê "Huner û Hunermend", Dr. Mehmet Demîr a "Vîrûs li malê ye!".   Rojnameyê di rûpela Kirmanckî de jî cih da nivîsa nivîskar Turabî Kişin a "Heş, kutik mîye û Apo Fariz" û nivîsa Nivîskar Nesrîn Namdar a "Çimayê heme nêweşîyan kapîtalizm û dagirkeri yo"