400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin 2020-05-12 11:42:48   ENQERE - Serokê Komeleya Nexweşiyên Enfeksiyonê Prof.Dr. Mehmet Ceylan, piştî kargeriyên wekî Kuafor  û navndên AVM'ê hatin vekirin, nerazibûnên xwe anîn ziman û got: "Niha 400 hezar kesên ku ne di ferqê de ne bi şewba vîrûsa corona ne di nava me de digerin."    Serokê Komeleya Nexweşiyên Enfeksiyonê û Hîndekarê Zanistiya Nexweşiyên Enfeksiyona Zarokan a Zanîngeha Hacettepe Prof.Dr. Mehmet Ceylan, têkildarî negirtina tedbirên li dijî şewba vîrûsa corona (Covid-19) û vekirina kuafor û AVM'yan li ser hesabê twitter’ê daxuyanî da.    Ceyhan, wiha got: "Li Welatê me nêzî 400 hezar mirovên ku bi nexweşiya şewba vîrûsê ne û ne di ferqa vê yekê de  ne hene. Ev kes dikarin bi hêsanî vîrûsê li der û dora xwe belav bikin. Di van rojên ku mirov zêde li hev kom dibin de, rîska belavkirina vîrûsê pir zêde ye. Kesên xizmetkarên tenduristiyê, garson, kasiyer, berber, ajakaren otobusan, xebatkarên otelan, endamên Navenda Krîn û Firotinê (AVM) divê teqez bên testkirin û li gorî wê dest bi xebatê bikin. Ger ku yên vîrûs bi wan re hebe divê wan têqin qerantînayê."