Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan 2020-05-12 12:45:55     ENQERE - Şaxa SES'ê ya Enqereye, diyar kir ku di pêvajoya şewba vîrûsê (pandemî) de pirsgirêkên pîşeyî yên hemşîretiyê zêde bûne û wiha got: "Ji ber ku rayedar naxwazin pirsgirêkên heyî bibînin, ev pirsgirêk zerarê didin xizmeta tenduristiyê."       Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê, bi wesîleya Roja Hemşireyan rapora bi sernavê “Di pêvajoya şewbê ya xizmetên giştî yên tenduristiyê de pirsgirêkên pîşeya hemşîretiyê" bi raya giştî re parve kirin. Şaxa SES'ê diyar kir ku pirsgirêkên pîşeya Hemşîretiyê di pêvajoya şewbê de her ku diçin zêde dibin. SES'ê di raporê de da zanîn ku pirsgirêkên di vê pêvajoyê de hemjîre dijîn, destûr nadin ku bi rêya îdarî bên ragihandin. Dîsa deestûr nadin ku hemşîre pirsgirêkên dijîn bi civakê re parve bikin. Ev dibe sedema şikandin û hêrsbûnê.    PIRSGIRÊKÊN HEYÎ      SES’ê di raporê bal kişand ser pirsgirêkên heyî û wiha got: "    * Di qada xebatê de tedbîr nayên girtin û tenduristiya hemşîreyan nayê parastin. Di hemû peyvirdarkirinan de ekîpmanên parastinê tam nayên sepandin. Test bi rêk û pêk nayên kirin.    * Hemşîreyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, destûra îdarî nadin wan. Di peyvirdariyê de pêkanînên edalet, zelalî û rotasyonê li gorî  mevzuatê nayên kirin.    * Di rewşê ji malbatekê du kes (Hevjîn) xizmetkarên tenduristiyê be, dayîna destûrê dixin înisiyatîfa rêveberan. Ji bo hemşîreyên ku zarokên wan biçûk û ew li zarokên xwe dinerin tu guhertin nehatiye kirin.    *Perwerdehiyên oryantasyonê bi awayekî serekftî nayê dayîn. Di peyvirdarkirinê de sendîka, partiyên siyasî bêtir bandor dikin.    * Di pêvajoya pandeniyê de mafê çûn û hatinê (rêwîtî), bi cih bûn nehatin dayîn. Ji ber vê yekê pirsgirêkên çûn û hatine û bicih bûnê derketin holê. Di vê pêvajoyê de mesaîya hemşireyan nehat kêmkirin û di saetên zêde de kar kirin.    PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ    SES'ê di raporê de anî ziman ku pirsgirêkên hemşîreyan di pêvajoya şewbê de nehatin çareserkirin û anî ziman ku ev zerarê dide xizmetkarên tenduristiyê û tenduristiyê. SES'ê ev pêşniyar kirin:     * Divê ji bo hemşîreyên pispor kadro bên vekirin. Divê li gorî mafê malî û xweser guhertin bên kirin. Divê tenê hemşîreyên mezûnê lisansê bên pêşxistin.    * Midûrtiya Xizmetên Venêrîna Tenduristiyê û hemşîreyên berpirsiyarên serwîsê, divê ne li gorî biryarên siyasî, li gorî liyaqatê bên diyarkirin. Divê di hemû astên rêveberiyê de pîşeya hemşirevaniyê cih bigire.    * Divê di sektora tenduristiyê de dest ji helwesta rêveberên mêr berdin. Divê dawî li mobbingê bînin. Yên mobîngê dikin divê bên lêkolînkirin û cezakirin.    * Divê di heqê keda pîşeya hemşîrevaniyê de di asta heqê bingehîn de guhertinek baş bê kirin. Divê di pêkanînên performansê de karê jinan bê sivikkirin û dawî li sepandina performansê bînin.