KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin 2020-05-12 12:53:35 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera darvekirina Leyla Qasim daxuyanî da û got: "Leyla Qasim, ligel hevalên xwe Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Suleyman Mîran ku ji hêla Rejîma Baas ve hatin darvekirin. Em li pêş têkoşîna wan bejna xwe li ber wan ditewînin."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera darvekirina Leyla Qasim daxuyanî da û wiha got: " Em li hemberî têkoşîna xwendevana Civaknasiyê Leyla Qasim a 22 salî ku ligel hevalên xwe Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Suleyman Mîran ku ji hêla Rejîma Baas ve hatin darvekirin bejna xwe ditewînin."   KCD'ê bal kişand ser têkoşîna Leyla Qasim û wiha lê zêdekir: "Leyla Qasim him di têkoşîna Netewî ya gelê Kurd û him jî di têkoşîna azadiya jinê de bûye meşaleyek. Bersiva Leyla Qasim a li hemberî desthilatdariyên ku xwestin gelê Kurd qir bikin bêyî nîqaşê bîra Netewebûnê afirandiye. Ji ber vê yekî cihê Leyla Qasim her daîm di dilê gelê Kurd de ye. Dê ji wê hêz bê girtin û navê wê di têkoşîn û berxwedana Kurdan de cihê xwe bigire. Rejîma Baas bi sedan salan li ser gelê Kurd polîtîkayên metîngeriyê pêk aniye û di qetlîaman re derbaskiriye."      KCD'ê herî dawî polîtîkayên darvekirinê nahet kir û wiha bi dawî kir: "Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk dîktatorê rejîma baas Seddam û dorhêla wî yên ku li hemberî Kurdan qirkirin, pêkûtî û polîtîkayên tunekirinê meşandine lanet dikin. Kesên Leyla Qasim û hevalên wê darvekirin, bi heman zagonan hatin darvekirin ev yek rewşek trajîk û îbret e."