Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da 2020-05-12 13:05:52   ÊLIH - Aktivîsta TJA'yê Newal Paçal li Edeneyê xwîn çû ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest da.    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Newal Paçal ya ku li Edeneyê xwîn çû ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da. Aktîvistên TJA, cenazeyê Newalê li Goristana Tilmiz a Êlihê spartin axê. TJA'yê ji bo malbata Newalê sersaxî xwest. TJA'yê diyar kir ku Newalê di 2015-2016'an de li Wanê li Dibistana Azad mamostetî dikir û wiha got: "Newalê di encama operasyona siyasî ya li Êlihê du salan di girtîgehê de ma. Di dema dadgehê de têkoþîna nasnameyê dida. Ew parêzvana mafê jinan bû. Em ji bo malbata wê sersaxiyê dixwazin."