Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin 2020-05-12 13:30:11   AMED - Şevê din li navçeya Yenîşehirê ya Amedê pevçûn derket û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Têkildarî pevçûnê 14 kes hatin binçavkirin.    Şevê din li Navçeya Yenîşehîr a Amedê piştî qezaya motorsiklet, di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di pevçûna bi çek de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê 14 kes hatin binçavkirin. Di şer de Şehmuz A., Hatip A., Orhan A., Fikri A., Cihan Ç., Nazlı E., İzzettin E. û Yucel E. yê 6 salî birîndar bûbûn. Birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.  Şehmuz A. û Îzzettin E. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabûn.