Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû 2020-05-12 13:49:24 STENBOL - Kesekî, piştî ku bi saetan çavdêrî li Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê kir û ev gef li HDP’iyan xwar: “Karekî min bi we re tuneye, ez ê yên li ser serê we bibim.” û ji herêmê dûrket çû. Polisên ku rewş ji wan re hat ragihandin, angaşt kir ku ji ber berê qamerayên li kuçeyê nenirtiye tiştekî ku bikin tuneye.   Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ku bi qasî 50 metreyan dûrî Miduriyeta Polisan a Navçeya Beyoglûyê ye, duh êvarê ji aliyê kesekî nasnameya wî ne diyar ve bi saetan hat çêvdêrîkirin. Rêveberên rêxistinê ku rewşê ferq kirin, çûn cem kes û pirsa ku çima çavdêriyê dike jê kirin. Kes pirsa HDP’iyan wiha bersivand: “Sekna min a li vir kesî eleqedar nake. Bi qasî ku dixwazim jî dikarim li avahiyê binerim.” Li ser vê yekê di navbera HDP’î û vî kesî de Nîqaş derket.   POLISAN TIŞTEK NEKIR   Di kêliya nîqaşê de kes ev gef li ji HDP’iyan xwar: “Karekî min bi we re tuneye, ez ê yên li ser serê we bibim.” Piştî vê gefa di ber Miduriyeta Polisan a Navçeye re derbas bû. Polis jî piştî rêveberên HDP’e li wan geriyan hatin cihê bûyerê. HDP’iyan xwest ku polis kesê gef li wan xwariye tespît bikin. Lê polisan angaşt kir ku ku ji ber berê qamerayên li kuçeyê nenirtiye tiştekî ku bikin tuneye.   Li ser vê yekê HDP’î çûn Qereqola Polisan a Kasimpaşayê û giliya vî kesî kirin.   BERIYA 4 MEHAN JI BÛYEREKE BI HEMAN RENGÎ QEWIMÎBÛ   Beriya 4 mehan kesekî dîsa hatibû ber Avahiya HDP’ê ya Stenbolê û 7 gule berdabû. Piştî êrîşê ev kes hatibûn binçavkirin û derketibû holê ku navê wî Mehmet Salih Kistak e û ji bo çavdêriyê ji Kayseriyê hatiye û keşfê kiriye. Piştî girtian îfade ev kes serbest hatibû berdan.