Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide 2020-05-12 13:51:12   STENBOL - Midûriyeta polîsn a Stenbol bang li Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat kir û têkildarî nivîsa nivîskar Ragıp Zarakolu îfadeyê bide.    Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ji ber nivîsa nivîskar Ragıp Zarakolu ya di Rojnamya Evrenselê û Artı Gerçekê de hat weşandin, bang li Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat kir û xwestin îfadeyê bide. Di 5'ê Gulanê de niviskar Zarakolu, bi sernavê “Ji qedera Makus rev tune ye" nivîsandibû. Dozgeriyê bi îdîaya “Peyama darbeyê daye û pergala Destûra Dingehîn kiriye hedef " lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bang li Polat kirin ku îfade bide.  Polat, li ser hesabê twîtterê diyar kir ku bang li wî û Midurê Karên Nivîsan Gorkem Kinaci kirine û xwestine îfadeyê bidin. Polat anî ziman ku dê roja pêncşemê li gel parêzerên xwe biçin îfade bidin.