6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan 2020-05-12 14:26:10 AMED – Li Girtîgeha Tipa T a Konya Seydîşehîrê, 6 girtiyên ku li dijî zextên li ser xwe ketibûn greva birçîbûnê, çalakiya xwe bi dawî kirin. Li Girtîgeha Tipa T a Konya Seydîşehîrê, 6 girtiyên ku li dijî zext û îşkenceya li ser xwe di 6’ê gulanê de ketibûn greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger, bi peymanekê çalakiya xwe bi dawî kirin. Girtiyan, daxwaz kiribû ku jimartina li ser piya ya li wan tê ferzkirin bi dawî bibe û hevalên wan ên ku li hucreyan hatine bicihkirin careke din vegerên kogûşên wan. Piştî hevdîtinên ku hatin kirin, hevalên wan vegeriyan kogûşên wan û heta bi dawîbûna pêvajoya vîrûsa koronayê jimartin hat rakirin. Li ser vê yekê her 6 girtiyan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin.