Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye 2020-05-12 14:52:55   ÊLIH - Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku, bi hinceta vîrûsa corona û qedexeya derketina kolanan îhlal kirine li Êlihê li 3 hezar û 424 kesan 2 milyon û 985 hezar û 145 TL û li Îzmirê jî li 669 kesan 1 mîlyon û 496 hezar û 357 TL ceza hatiye birîn. Îpekyuz, ji Wezîr Soylu pirsî ku çima li bajarên herêmê cezayê vîrûsê zêde hatiye birîn.      Di rojên bi hinceta tedbîrên li dijî vîrûsa corona yên qedexeyên derve de li hezaran welatî bi hinceta qedexe îhlal kiriye ceza hat birîn. Li gorî daneyan herî zêde li bajarên Kurdan welatî hatin cezakirin. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku, bi hinceta vîrûsa corona û qedexeya derketina kolanan îhlal kirine di navbera 5-10'ê Gulanê de li tevahiya Tirkiyeyê li 13 hezar û 672 kesan 20 milyon û 713 hezar û 389 TL cezayê pereyan hatiye birîn. Îpekyuz, da zanîn ku li Êlihê li 3 hezar û 424 kesan 2 milyon û 985 hezar û 145 TL û li Îzmirê jî li 669 kesan 1 mîlyon û 496 hezar û 357 TL ceza hatiye birîn. Îpekyuz, ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Îpekyuz, da zanîn ku li gorî şert û mercan bê hevsengiyek di nava cezayan de heye û wiha got: "Minak li gel di qedexeya derketina derve de bajarê Êlihê tune ye jî dîsa li welatiyan ceza hatiye birîn. Li gorî nivîsê û li gorî biryarê cenazeyê li Êlihê hatiye birî li bajaren din zêdetir e. Li gorî rêjeya bajarê Îzmir û Kocaeliyê cezayê li welatiyên Êlihê hatiye birîn zêdetir e. Li 788 kesan bi hinceta rûpoş girênedaey ceza hatiye birîn. Lê dema ceza hat birîn wê demê firotina maskeyan qedexe bû. Welatiyan tenê bi kodê ku ji telefonê re hatiye şandin dikaribûn maskeyan bistînin.    Îpekyuz ji bo Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn:    * Ji roja tedbîrên li diî vîrûsa corona hatine girtin heta niha li Tirkiyeyê li çend kesan çiqas ceza hatiye birîn?     * Cezayê li welatiyan hatiye birîn li gorî bajaran çawa hatiye plankirin û encama wê çiye?    * Di cezayê hatiye birîn de li çend kesan bi hinceta rûpoş tune ye hatiy ebirîn?    * Kesên ku bi rêya nûmaraya nasnameyê û PTT'ê xwestin rûpoş bistînin rûpoş gihişt çend kesan?    * Kesên di serdema ku firotina rûpoşan qedexe bû û j ber rupoş girênedane ceza li wan hatiye birîn dê cezayê wan bê betalkirin?"