Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir 2020-05-12 15:07:36 ENQERE – Walîtiya Enqereyê, bernameya  Rêxistinên Sivîl ku xwestin li ber Bîrdariya Medenê ji bo Bîranîna Komkujiya Somayê li dar bixin, asteng kir.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), bi munasebetan salvegera Komkujiya Somayê xwestin li ber Bîrdariya Medenê bernameya bîranînê li dar bixin. Rêxistinan, ji bo bîranînê serî li Walîtiyê Enqereyê dan. Walîtiyê, vîrûsa koronayê kir hincet û detûr neda ku rêxistinên bernameya bîranînê li dar bixin.