Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze 2020-05-12 15:20:13   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Cemxaneya Gazî ya ku di merasima cenazeyê Endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek de rastî êrîşê hat û zerar dît, ziyaret kir. Buldan, xwest îqtîdar ji ber êrîşa li dijî cemxaneyê ji elewiyan lêborînê bixwaze.        Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, Cemxaneya Gazî ya di merasima cenazeyê endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek de rastî êrîşê hat û zerar dît ziyaret kirin. Buldan û Ugurlu li gel rêveberên cemxaeyê li cemxaneyê geriyan û lêkolîn kirin û agahî stendin. Buldan û Ugurlu, piştre li baxçeyê Cemxaeyê daxuyanî dan. Serokê Cemxaneya Gazî Hidir Karadaş, diyar kir ku ji ber 20 milyon elewyan wekî welatiyên wekhev ên Tirkiye nabîne êrîş kirine. Gelek nûnerên rêxistin û baweriyên cuda yên hatin cemxane ziyaret kirin jî êrîş şermezar kirin.      Pervin Buldan jî sersaxî ji malbata Îbrahim Gokçek û kesên ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dane xwest û wiha got: "Di şexsê Îbrahim Gokçek de hişmendiya ku înkar, îmma, tundî, perçekirinê ya bi sedan salan didome dîsa derket holê. Em bang li îqtîdarê û vîna siyasî dikin ku li dijî vê bûyerê ji civak û baweriya elewiyan lêborînê bixwazin. Îro pêdivî ji lêborînê heye. Divê lêborînê ji gelê elewî bixwazin. Ji ber êrîşa li dijî cemxaneyê divê leborînê bixwazin. Divê ji malbatên rastî êrîşê hatine lêborîn bixwazin. Divê ji malbatên gorên zarokên wan hatin şikandin û rastî êrîşan hatin lêborîn bixwazin. Divê qet nekevin nava hewldanên êrîşan. Divê hurmetê nîşanî nasname û baweriya her kesî bidin. Demokratîkbûn ewe ku lêborîn bixwazin û hurmetê nîşan bidin."