Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye 2020-05-12 15:31:43 AMED - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, mijarên di roejvê de nirxand û têkildarî êrîşên ser goristanan ev tişt got, ''Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye.''   Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li Amedê daxuyaniya çapemeniyê ya heftane da û mijarên di rojevê de nirxand. Beştaş, di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser zexta polisan a li Nisêbînê ya li dijî zarokan û wiha got,''Piştî ku dîmenên li Nisêbînê li çapemeniyê xuya kir qeymeqam efendî got, 'me ji peywirê girt'. Baş e, 15 rojan tu li kû bûyî? Heke dîmen neketana ser çapemeniyê te yê çi bikira? Bi ser de dibêjî kevir avêtine û polîsan mafdar dernaxînî? Berpirsê van hemû rûdanan Suleyman Soylu ye. Ew bi fermanan, bi polîtîkaya bêcezakirinê dibe ku polîs/leşker polîtîkaya tundiyê ya li ser gel, zarokan, welatiyan bidomînin.   ‘BILA ME EFÛ BIKIN’   Beştaş, diyar kir ku ew ê li gel zarokan bin û ev titş got ''Ti kesek bi vî rengî nikare destê xwe li wî zarokî û tu zarokî hilde. Em çûne serdana malbatê, hêvî dikim travmaya li ser zarok bi dawî bibe.Ez ê Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Nîhat Kazanhan jî bi bîr tînim, bila me efû nekin. Me nekarî ku ew nemirin. Ev peywira me ye. Ez dixwazim diyar bikim li ser vê mijarê heta dawiyê em ê têbikoşin.''   ÊRÎŞA LI SER GORISTANAN   Beştaş, êrîşên ku bi konseptekê nû li ser goristanan tên kirin jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Li ser vê mijarê em çi bibêjin wê kêm bibîne. Ne bi hiqûqê ne bi bawriyê ne bi etîkê ev êrîş nikarin werin vegotin. Xwedêgiravî dibejin, li ser kêlên goran çima tîpên X-Q-W hene. Ev hemû hincet in. Ev bi rengekî cudatir dijminatiya li kurdan e. Di dijminatiya kurdan de ti sînoran nas nakin. kurdan dijminatiya vê desthilatê pir baş fêhm kirin. Goristan cihên herî hesas ên me û yên dayikan in. Destê xwe ji ser goran hilînin.”   Di dawiya axaftina xwe de Beştaş, destnîşan kir ku dewleta ku ziyanê dide goristanan ew dewlet êdî têk çûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rêyeke din ew dewlet nikare were jiyandin. Hişmendiya ku li ser bedenên mirî dixwaze siyasetê bike jixwe têk çûyiye.''