‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek' 2020-05-12 16:29:15   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bertek nîşanî êrîşa polisan a li dijî zarokê bi navê B.E. da û ev tişt got: “Li vê erdnîgariyê lêpirsînên kuştina Ceylan û Ugûran baş nehatiye kirin, bêcezahiştin bûye kevneşopiyek.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî êrîşa polisan a li navçeya Nisêbînê ya Merdînê ya li dijî zarokê bi navê B.E. daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di bûyerên bi heman rengî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve zarok hatine kuştin û ev tişt hat gotin: “Li vê erdnîgariyê lêpirsînên kuştina Ceylan û Ugûran baş nehatiye kirin, bêcezahiştin bûye kevneşopiyek.”   Hat destnîşankirin ku piştî ku bûyer di medya civakî de hatiye parvekirin Miduriyeta Giştî ya Polisan têkildarî mijarê daxuyanî daye û bi hinceta berê avêtinê êrîşa polisan meşru kiriye. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa polisan encama zihniyeta desthilatê ye û hat xwestin ku derbarê bûyêrê lêpirsîneke baş bê kirin.